Ji rojnamevanên Şengalê li dijî êrişan bertek

Rojnamevanên Şengalê êrişa dewleta Tirk a ya bi SÎHA li dijî xebatkarên Çira TV û FM şermezar kirin û bang li saziyên navnetewî kirin ku ji bo parastina rojnamevanan tedbîrên guncaw bigirin.

Şengal- Di 8’ê Trmehê de endamên Çira TV û Çira FM’ê ji bo lêkolînkirina komkujiya di 2014’a de DAIŞ’ê li Şengalê pêkanî, berê xwe dan navçeya Til Qeseb a Şengalê, bûn hedefa êrişa hewayî ya balafîrên bê mirov û bi çek (SÎHA) ya dewleta Tirk. Di êrişê de 2 rojnamevan, 6 kes birîndar bûn. Nûçegihanê Çira TV ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneya Musilê û hate diyarkirin ku rewşa tendirûstiyê cidiyeta xwe di parêze.

Rojnamevan û endamên saziyên çapemeniyê li Şengalê têkildarî êrişa dewleta Tirk li Şengalê li dijî wesayîta çapemeniya azad di 9’ê Tîrmehê de daxuyanî dan. Rojnamevanan di daxuyaniyê de bang li saziyên navnetewî kir ku ji bo parastina rojnamevanan tedbîrên guncaw bigirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Em rojnamevanên Şengalê êrişa li dijî wesayîta ragihandinê ku tê de tîma ÇIRA TV a Şengalê hebû bi tundî şermezar dikin. Ev kiryar binpêkirina tevahî nirxên mirovahî û exlaqî ye, çapemeniya azad hedef digire û ew êriş gefan li ewlehiya rojnamevanên erkên xwe yên pîşeyî yên veguhastina rastiyê ji welatiyan re dikin dixwin.

Em teqez dikin ku pêwîst e parastina rojnamevan û nûçegihanan di dema pêkanîna erkên xwe de were kirin. Her wiha em bang li civaka navnetewî û aliyên peywendîdar dikin ku ji bo ewlehiya rojnamevanan divê tedbîrên  guncaw werin girtin. Li kêleka wan jî em bang dikin ku lêpirsîneke lez û zelal têkildarî vê bûyerê were kirin û sûcdar ji edaletê re bên pêşkêşkirin da ku cezayên xwe bibin.

Êrişên li dijî rojnamevanan êrişa li dijî azadiya nêrîn û mafên mirovan di wergirtina agahiyan de ye. Em teqez dikin li dijî tevahî şêweyên tundî û terora li dijî rojnamevanan bisekinin. Em bi hev re azadiya rojnamegeriyê û parastina rojnamevanan li tevahî cîhanê xurt bikin.”