Ji rojnameger Zelal Tunç re 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat birîn
Ji nûçegîhana Jinnewsê Zelal Tunç a ku bi hinceta nûçeya ku çêkiriye, bi sûcê "Heqareta li peywirdarê cemaweriyê" doz hatibû vekirin, 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat birîn.

Wan– Li Tirkiyeyê rojnameger ji ber nûçeyên çêdikin derbarê wan de doz tên vekirin û bi cezayê girtîgehê encam dibe. Ji nûçegîhana Jinnewsê Zelal Tunç a ku bi hinceta nûçeya ku çêkiriye, bi sûcê "Heqareta li peywirdarê cemaweriyê" doz hatibû vekirin, 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat birîn.
Yekemîn danişîna doza nûçegihana Jinnewsê Zelal Tunç a bi îdiaya “Heqareta li peywirdarê cemaweriyê" dihat darizandin, li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Bêgiriyê hat dîtin. Dadgehê di danişîna ku kes beşdar nebû de, 8 meh û 22 roj cezayê ku ji Zelal Tûnç re bi "usûla darazê ya hêsan" hatibû dayîn, dubare kir.