Ji Qesra Spî daxuyaniya ji bo kurtajê
Berdevka Qesra Spî, destnîşan kir ku nîqaşên kurtajê yên di pêvajoyên dawî de li welat tên kirin, li hemberê desteserkirina mafê hijbijartina jinan e û vê rewşê bi gotinên "Em di bin xetereya cidî de ne" nirxand.
Navenda Nûçeyan - Berdevka Qesra Spî Jen Psaki, der barê nîqaşên kurtajê yên di pêvajoyên dawî de li welat tên kirin de axivî. Berdevkê diyar kir ku armanca nîqaşan desteserkirina mafê hilbijartinê ya jinan e û got; "Em di bin xetereyeke cidî de ne."
Di civîna çapemeniyê ya rojane de amadekariyên Dadgeha Bilind a ji bo betalkirina biryara nêzî 50 salî ya ku mafê kurtajê misoger dike û nîqaşên li ser vê mijarê hatin nirxandin. Jen Psakî bal kişand ku gelek Komarparêzan li dijî kurtajê helwest girtine û wiha axivî: “Em di bin xeterek cidî de ne. Gelek kes behsa desteserkirina mafê hilbijartinê ya jinan dikin.”
Dê Bîden jî erê bike
Dema berdevkê behsa hewldanên demokratan ên ji bo qanûnîbûyîna biryara ku kurtajê wek "mafê destûrî" nas dike, kir, diyar kir ku ger kongre biryar erê bike dê Joe Bîden jî erê bike.
Jin vê rewşê protesto dikin
Di 2'ê Gulanê de pêşnûmeya biryara kurtajê ya Dadgeha Bilind ji çapemeniyê re hatibû eşkerekirin û li welat rastî bertekek mezin hat. Di pêşnûmeya ku ji hêla dadwer Samuel Alito ve hat nivîsandin de tê diyarkirin ku biryara bi dîroka 1973'an a navê "Biryara Roe-Wade" tê zanîn û li DYA'yê teşkîl dike ku kurtaj weke mafekî makeqanûnê bibe, bi awayekî eşkere şaş e û divê bê betalkirin. Dema ku jin biryara mafê kurtajê protesto dikin, siyasetmedarên Partiya Demokrat jî li dijî biryarê daxuyaniyan didin.