Ji Partiya Çepên Kesk 31 parlamenterên jin diçin Meclîsê

HDP’ê ya ku ji ber dosyaya girtina wê ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk ket hilbijartinê, li gorî encamên ne fermî 62 wekîlan dişîne Meclîsê. Bi giştî 31 wekîlên jin ji lîsteya Partiya Çepên Kesk hatin hilbijartin.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiye duh hilbijartineke dîrokî pêk hat. Di hilbijartinên serokomariyê de tûra duyemîn dê pêk were, di hilbijartinên parlamentoyê de jî rewşa parlamentoyê guherî. Li gorî daneyên herî dawî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk beşdarî hilijartinê bû 62 parlementer derxist.   

HDP’ê ji ber doza girtinê ya li ser wêji lîsteyên Partiya Çepên Kesk a di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de beşdarî hilbijartinê bû. Di hilbijartinê de ji 81 parêzgehên Tirkiyeyê namzet hatin diyarkirin. Li gorî encamên ne diyar ên hilbijartinê Partiya Çepên Kesk ji sedî 8,95 dengan stend û karîbû 62 parlementeran bi dest bixe. Di hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an de HDP'ê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas kiribû û bûbû partiya sêyemîn a Meclîsê. HDP'ê ji sedî 11,6 ê dengan stend û ji 23 parêzgehan parlamenter şand Meclîsê.

Hejmara parlamenteran li gorî parêzgehan

Li gorî encamên ne fermî hejmara parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên hatine hilbijartin wiha ye:

8 ji Stenbol, Îzmîr 2, Antalya 1, Edene 1, Agirî 3, Êlih 4, Çewlik 1, Amed 8, Erzirom 1, Dîlok 1, Îdir 1, Qers 1, Kocaelî 1, Merdîn 4, Mêrsîn 2, Mûş 2, Sêrt 2, Riha 4, Şirnex 3, Wan 6, Dêrsim 1, Colemerg 3, Bedlîs 2.

Agirî, Elih, Cewlik, Erzirom, Dîlok, Îdir, Qers, Merdîn, Mûş, Sert, Riha, Sirnex, Dersîm, Colemerg, Bedlîs.

Ji Partiya Çep a Keskan 31 parlamenterên jin diçin Meclîsê

Dabeşkirina parlamenterên jin li gorî parêzgehan wiha ye:

Stenbol 4, Îzmîr 1, Edene 1, Agirî 2, Elih 2, Cewlik 1, Amed 4, Erzirom 1, Dîlok 1, Qers 1, Mêrdîn 2, Mêrsîn 1, Mûş 1, Riha 1, Şirnex 2, Wan 3, Dersim 1 , Colemerg 1, Bedlîs 1.

8 navên ji Amedê li Meclîsê ne

Piştî ku ji sala 2015'an û vir ve li Amedê zext û derdora pevçûnan tê jiyîn, rêjeya dengan a li bajêr balkêştir bû. Di hilbijartinên Hezîrana 2018’an de HDP’ê bi rêjeya ji sedî 67,07 di rêza yekemîn de cih girt. Berdan Ozturk, Halîde Turkoglu, Osman Cengîz Çandar, Adalet Kaya, Serhat Eren, Sevilay Çelenk Ozen, Mehmet Kamaç, Ceylan Akça Cupolo, Mehmet Emîn Aktar, Azad Bariş, Sorgûl Aytek Avşar û Samet Mengûç di hilbijartina dawî ya bajêr de cih girtin. Amedê 8 nav ji Meclîsê re şand. 

Navê ku ji têkoşîna jinê tê

Halîde Turkoglu civaknas e û di heman demê de jinek e ku bi salan e li ser têkoşîna jinan û siyasetê dixebite. Halîde Turkoglû ya di sala 1985'an de li Amedê ji dayik bû, piştî xwendina xwe qedand, bajarê xwe Amedê neterikand. Nêzî 6 salan li navenda jinan wek civaknas xebitî. Di rêveberiya polîtîkayên jinan de cih girt. Di sala 2016’an de jî di nav kesên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatin avêtin de cih girt. Di Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de 3 salan weke berpirsyarê dîplomasî, perwerde û rêxistinbûnê xebitî. Di sala 2020’an de bi pêvajoya kongreya Navenda Giştî ya HDP’ê re weke endama PM’ê ya HDP’ê xebatên xwe domand û Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk bû.

Ji Komeleya Jinan a Rosa heta Meclîsê

Yek ji jinên têkoşer Adalet Kaya ye ku li bajêr hatiye hilbijartin. Edalet Kaya ya 4'emîn endama asayî ya Partiya Çepên Kesk bû Seroka Komeleya Jinan a Rosayê. Mirov dikare bibêje ku hişmendiya siyasî ya niha ya Adalet Kaya ya ku ji zarokatiya xwe ve bi tundiya dewletê re rû bi rû maye, ji salên 90’î ve ava bûye. Edalet Kaya xwendina xwe ya zanîngehê li Enqereyê di beşa Îdareya Giştî û Zanistên Siyasî de qedand. Nêzî 15 salan di saziyên cuda de wek karmendê giştî xebitî. Herî dawî di Mijdara 2016'an de dema ku Seroka Daîreya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû, di bin rejîma OHAL'ê de hat îxrackirin. Adalet Kaya bi tevlêbûna tevgera jinan xebatên xwe didomîne, tevî zext û gefan jî li Komeleya Jinan a Rosayê çalakiya xwe berdewam kir.

Dê parastina aştiyê bidomînin

Namzeta rêjeya 6’an Sevilay Çelenk li Zanîngeha Enqereyê di Fakulteya Ragihandinê de di Beşa Radyo, Televîzyon û Sînemayê de mamoste bû. Ji ber ku îmzekerê aştiyê bû, di 6'ê Çileya 2017'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê ya bi hejmara 679'an de ji peywirê hat dûrxistin. Di vî warî de namzetbûna Sevilay Çelenk a ji Amedê wateyek din heye. Sevilay Çelenk a ku zarokatiya xwe li Amedê derbas kir, di navbera salên 2012-2014'an de di heman demê de pêşenga Komeleya Civaka Sivîl e ku yek ji saziyên Tirkiyeyê yên di qada civaka sivîl de xwedî giraniyeke dîrokî ye. Nivîskara femînîst û akademîsyen Sevîlay Çelenk ku ev demeke dirêj e di nava têkoşîna jinan de cih digire, ti carî dest ji israra xwe ya di têkoşîna aştiyê de berneda. 

Ceylan Akça ku ji Amedê ye, di 8 saliya xwe de bi malbata xwe re neçar ma ji gundê xwe koç bike. Ceylan Akça bi navber dikaribû biçe gundê ku jê koç kiriye. Ceylan Akça, diyar kir ku wê di pêvajoya namzetiyê de ji bo xizmeta gundê xwe bê hilbijartin, diyar kir ku ew ê li Meclîsê bibe dengê jinan.

Dê Malbata Şenyaşar bê temsîlkirin

Riha 14 wekîlan dişîne Meclîsê, 4 ji van wekîlên Partiya Çepên Kesk bûn. Pisporan ji destpêkê ve nivîsandine ku wê di vê hilbijartinê de hevsengiyên li bajêr biguherin. Ev hilbijartin ji bo bajar û hemû welat xwedî wateyeke din e. Ew jî têkoşîna edaletê ya ji aliyê malbata Şenyaşar ve tê meşandin e. Li gorî hinekan, namzediya Bekir Bozdag a li hemberî malbata Şenyaşar, ji ber erdhej, lehî û qeyrana aborî, di kêmbûna dengên AKP'ê yên bajêr de roleke mezin lîst. Partiya Çepên Kesk ji vir Mîthat Sancar, Omer Ocalan, Dîlan Kunt Ayan û Ferît Şenyaşar şand Meclîsê. 

Dîlan Kunt Ayan Rihayê hat hilbijartin

Dîlan Kunt Ayan di sala 1989'an de li navçeya Wêranşar ya Rihayê ji dayik bû, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kultûr a Stenbolê qedand. Dîlan Kunt Ayan a ku li Rihayê demekê li Rihayê parêzeriya xwe kir, piştî ku zanîngeh qedand, di çarçoveya Hevserokatiya Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Şaxa Rihayê, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Rihayê, Mala Jiyana Rihayê ya Piştevaniya Jinan a Rihayê de xebatên xwe berdewam kir. Dîlan Kunt Ayan ku ji sala 2016'an û vir ve li Wanê parêzeriyê dike, di heman demê de endama Lijneya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (ÖHD) û Seroka Lijneya Çavdêriyê ya Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Wanê bû. Dîlan Kunt Ayan ji sala 2021’an û vir ve Seroka Komeleya Jinan a Star a Wanê, Endama Desteya Rêveber a Baroya Wanê û endama Lijneya Rêveber a ji Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê berpirsyar e.

Sevda Karaca li Meclîsê ye

Li Dîlokê Partiya Çepên Kesk Sevda Karaca weke namzet nîşan da. Sevda Karaca ku di sala 1984’an de li Edeneyê wek keça malbateke karkerê tekstîlê hat dinê, ji Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (METU) ji Beşa Zanistên Siyasî û Rêvebiriya Giştî mezûn bû. Sevda Karaca hîna xwendekar bû di rojnameya Evrenselê de dest bi rojnamegeriyê kir. Sevda Karaca ku di damezrandina Televizyona Hayatê de jî cih girt, piştî ku nûnera televîzyonê ya Enqereyê bû bû endama Koordînasyona Weşanê. Sevda Karaca ku di heman demê de pêşkêşvan û koordînatora bernameya “Emek ve Gül” ye, ji sala 2010’an û vir ve edîtoriya Kovara Emek ve Gül dike ku weke pêveka jinan a rojnameya Evrenselê tê weşandin. Her wiha yek ji nivîskarên rojnameyê ye.

Li Şirnexê 3 wekîl

Li Şirnexê di hilbijartinê de 3 wekîlên Partiya Çepên Kesk hebûn û 2 ji wan jin in. Newroz Uysal navekî ji Şirnexê ye. Li Cizîrê mezin bûye. Heta lîseyê li Cizîrê xwend û paşê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedand. Li Navenda Çanda Mem û Zûnê beşdarî xebatên çand û ciwanan bû. Newroz Uysal weke parêzer bi daxuyanî û xebatên xwe yên li dijî tecrîdê hate naskirin.

Navê din ê ji Şirnexê hat hilbijartin, keça parlamenterên DEP'ê Orhan Dogan Ayşegul Dogan bû. Ayşegul Dogan jî wek bavê xwe ji bajarê xwe wek parlementer hat hilbijartin. Ayşegul Dogan a ku li Fransayê perwerde bûye, li ser pirsgirêka kurd a ku pirsgirêka herî giran a Tirkiyeyê ye, wek rojnameger bernameyan çêkir.