Ji NADA’yê ji bo Suweyda bang: Pêdivî bi mudaxeleyek lezgîn heye
Hevpeymaniya NADA, bi daxuyaniyekî sûc û binpêkirinên li dijî gelê Suweydayê şermezar kir û hişyarî da ku ger mudaxeleyek bi bandor nebe wê ev rê li şerekî navxweyî ya tevna civakî ya Sûriyeyê perçedike, veke.

Navenda Nûçeyan – Sûriye, bi sûcên li dijî civaka Durzî yan re bi pêlek nû ya tundiyê re rû bi rû ye. Li Sûriyeyê di rojên dawî de bûyera herî berçav, li bajara Suweydayê hate jiyîn ku di encama hedefgirtina bipergalî ya civaka Durzî de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Efrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn (NADA), der barê sûc û binpêkirinên li bajara Suweydayê ya li Sûriyeyê li civaka Durzî tên kirin de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “NADA’yê roj bi roj zêdebûna mezhebî ya xeternak û bi xwîyna li Sûriyeyê bi fikar û hêrsek mezin dişopîne. Ev alozî, bi lez û bez vediguhere şerekî navxweyî ya vekirî ku ji aliyê mekanîzmayên cîhadîst yên siyasî yên otorîter û piştgiriya herêmî û navneteweyî ve tê rêvebirin. Bedela vê yekê, ji aliyê jiyana bêguneh ya jin, zarok û kal û pîran tê dayîn."
‘Qirkirina bipergalî ya li dijî civaka Durzî dibe sedema mirin û birîndarbûna bi sedan kesan’
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di rojên dawî de, bajarê Suweydayê şahidiya yek ji pêlên herî hovane yên qirkirina bipergalî ya li dijî civaka Durzî kir bû sedema mirin û birîndarbûna bi sedan kesan. Her wiha li dijî civaka Kurd jî kampanyayên provokatar û vederkirinê hate destpêkirin û piştre li peravên Sûriyeyê li dijî kesên endamên mezheba Elewî komkojiyên tirsnak hate jiyîn. Armanca ev çalakiya terorî, terorîzekirina Xiristiyanan û temamkirina çerxa hedefgirtina bipergalî ya hemû komên olî û etnîkî yên li Sûriyeyê bû."
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev sûcên bipergalî ne bêarmanc in, berovajî encamek rasterast a zêdebûna gotinên mezhebî, provokatar û cîhadîst e û beşek ya planên ji nû ve avakirina civaka Sûriyeyê ya li ser bingeha verderkirin û tolhildanê ye.
‘Yekane armanca têkbirina hemû projeyên demokratîk û rizgarker’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şerê Sûriyeyê di navbera dewleta neteweyî û hêzên otorîter ên Îslama siyasî de modelekî tîfaqê ya aloz afirandiye û ev jî bûye sedem ku ji nû ve hilberandina DAIŞ’ê û şaxên wê ya di bin nav û şêweyên nû de. Yekane armanca van jî têkbirina hemû projeyên demokratîk û rizgarker û veguherandina civakan a dîlên çekan û îdeolojiyên kujer e.”
‘Bedena jinan vediguherînin qadên şer’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûyerên li Sûriyeyê tên jiyîn, di kalibên tundiyê yên bi rêxistinî ya Rojhilata Navîn û Efrîqayê de, şahidî jî zêdebûnek xetere dike. Ev koman, ji Iraq, Lubnan, Sûdan û Yemenê bigire heta Nîjer, Malî, Burkina Faso û Qiloçê Efrîkayê dirêj dibe. Ev kom di nav kavilên dewletên têkçûyî de belav dibin, bedena jinan vediguherînin qadên şer û civakên wan jî vediguherînin sotemeniyê makîneyên tundrew.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku DAIŞ’ê hewl dide bi amûrên nû xwe ji nû ve şêwe bike û da zanîn DAIŞ’ê dixwaze ji sûdgirtina qelsiyan heta hedegirtina cihên sivîl, ji destdirejî ya komî heta koletiya cinsî, ji hilweşandina perwerde û tenduristiyê bigre heta hilweşîna jiyana giştî ya jinan, hewl bide modela baviksalar ya şêweyên herî tirsnak ên koletiyê ji nû ve avabike.
‘Şerê cîhadîst û mezhebî ne tenê gefek herêmî ye’
Hevpeymaniya NADA’yê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku têkoşîn ne tenê ji bo rawestandina komkujiyan e, di heman demê de ji bo parastina hebûn, rûmet û pêşeroja demokratîk a jinan û gelên herêmê ye û wiha got: “Şerê cîhadîst û mezhebî ne tenê gefek herêmî ye. Em dibînin ku ev hawirdora qeyranê, li dijî ewlehiya jinan û mirovî û li dijî hemû projeyên demokratîk ya li Rojhilata Navîn û Efrîkayê gefek mezin e. Her ku kaos û tevgerên cîhadîst zêde dibe, hebûna sivîl a jinan kêmdibe û mantiqa koletiyê, serwerî, vederkirin û mêraniya faşîst ya bi tundî û şer xwedî dibe, bihêz dibe.”
Banga bicîhanîna berpirsyartiyên xwe yên exlaqî û mirovî
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî NADA û hevpeymaniya navneteweyî ya demokratîk a jinan, em bi lezgînî bang li ji rêxistinên mafên jinan, mafên mirovan û rêxistinên alîkariya mirovî bigire heta tevgerên hevgirtina navneteweyî, civaka û saziyên navneteweyî û medyaya azad ji hemû hêzên demokratîk ên li herêm û cîhanê dikin ku di mijara karasetên mirovî yên tirsnak ên li Sûriye û herêmê de berpirsyartiyên xwe yên exlaqî û mirovî bicîhbînin.”
Banga mudaxeleyeke lezgîn û bibandor
Di daxuyaniyê de komkujî û qirkirina mezhebî ya domdar a li Sûriyeyê hate şermezar kirin û ji bo rawestandina ev makîneya kuştinê û zêdebûna bixwîn ya welat ber bi şerekî navxweyî ve dibe, banga mudaxeleyeke lezgîn û bibandor hate kirin.
‘Bêyî jinan azadî û aştî ne pêkan e’
NADA’yê di dawiya daxuyaniya xwe de balkişand li ser pêwîstiya dabînkirina parastin û piştgirîyek tam a ji bo jinên Sûriyeyê û hemû civakên ku bi tunekirin û marjînalîzekirinê re rû bi rû ne û wiha got: “ Em li dijî belavbûna cîhadîsta biçek banga têkoşînê dikin û ev belavbûna cîhadîst ji bo aştî, ewlehiya mirovî û edaleta civakî mîna gefekî kûrewî dibînin. Em ji dil bawerdikin ku bêyî jinan azadî û aştî ne pêkan e. Rizgariya rast, bi beşdariya çalak a jinan di biryarên jiyanî de û vegera rolên xwe yên pêşengtiyê ya şêwekirina pêşerojê, wê destpê bike.”