Ji Meksîkayê Raporên lerizîner:Rojê herî kêm 10 jin û keç tên qetilkirin!
Li gorî daneyên 2020’an li Meksîkayê 3,723 jin hatin qetilkirin û tenê 940 ji wan wekî qetilkirin hatin lêpirsîn. Li Meksîkaya ku rojane 10 jin û keç tên qetilkirin, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, The Guardian û aktîvîstên mafên jinan di raporên ku amedekirin de bal kişandin ser kêmbûna pêşîgirtina êrîşên li dijî jinan.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî duh li ser komkujiyên jinan ên li Meksîkayê raporek balkêş weşand. Di raporê de bal hat kişandin ser kêmbûna rayedaran ji bo pêşîgirtina li komkujiyan û hat destnîşankirin ku rojê herî kêm 10 jin û keç tên kuştin û got, "Rayedarên Meksîkî di êrkaxwe ya ji bo parastina mafê jiyana mexdûran, garantîkirina yekîtiya wan a kesane û pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan de nejêhatîbûna xwe berdewam dike." Rapora ku balê dikişîne ser şîdeta li dijî jinan a li bakurê Meksîkayê wiha dibejê: “Desthilatdarî di astengkirina şîdetê de pir nejêhatiye. Li aliyekî şîdet nayê astengkirin, li aliyê din di lêpirsînên der barê kiryarên şîdetê de kêmasî tên jiyîn.
Di sala 2020’an de 3 hezar û 723 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên fermî, dema ku di sala 2020’an de li Meksîkayê 3,723 jin hatin kuştin, tenê 940 wekî cînayet hatin lêpirsîn. Di raporê de, “Rayedaran daneyên ku me amade kirine nehesibandine, tenê malbat dozên zarokên xwe xwedî derdikevîn û didomînin. Li cihê ku cînayet lê hatine kirin delîl bi tevayî nayên çareser kirin û delîl bi xeletî têne bikar anîn. Bi telefonên kesên hatinê qetilkirin dikarîn cîhê wan were ditin û bi nîşanên wiha sûcdar jî dikarê were eşkere kirin.
The Guardian: Li bajarê sînor 400 jin hatin qetilkirin
Ji derveyî Rêxistina Efûyê parêzgehan ku ji hêla The Guardian ve hatine amadekirin, bîlançoya şîdetê hate eşkere kir: “Li Meksîkayê kuştina jinan bi dehansalan e belav bûye. Li welêt di salên 1990’an de li sînorê welat Ciudad Juárez nêzîkî 400 jin hatin kuştin. Di van salên dawî de tevgerek femînîst a mezin li dijî şîdetê xwepêşandanên girseyî li dar dixe, lê rayedaran di rawestandina kuştinan de îspat dikin ku ji bo tevger kirinê çiqas bê xwestekin . "
Maricruz Ocampa: Ev Mijarek îradeya siyasî ye
Aktîvîstek jin ya eyaleta Querétaro Maricruz Ocampo wiha got: "Ew herdim mijarek îradeya siyasî ye." Maricruz Ocampo diyar kir ku wan waliyên eyaletê di derbarê komkujiyên jinan de hişyar kirine, her wiha diyar kir ku wan ji bo balê bikişînin ser komkujiyên jinan kom ava kirine. Maricruz Ocampo di derbarê armanca komên hatine avakirin de wiha got, “Armanca van koman hişyarkirin û seferberkirina dewletê ji bo parastina jinan e. Lê hikûmet çavkaniyên xwe di rawestandina qetilkirina jinan de bikar nayne.”
"Qebûl nakin ku pirsgirêk heye"
Maricruz Ocampo diyarkir ku jinên ku di 8'ê Adara Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de daketin kolanan, komkujî protesto kirin, lê SerokkomarAndrés Manuel López Obrador hewl da ku van xwepêşandanan ber bi aliyên cuda ve bikişîne û wiha got "Qebûl nakin ku pirsgirêkek heye. "
Yolotzin Jaimes: Êrîşkar tên parastin
Zarokên yek ji wan jinên kuştî Julia Sosa, bawer dikin ku dayika wan ji hêla hevalê xwe ya xort ve hatiye kuştin. Di doza Julia Sosa de, du keçên wê laşê dayika xwe li ser milkê gumanbar veşartî dîtin, lê neçar ma ku bi demjimêran li bendê bimîne da ku polîs were û li cîhê sûc lêkolîn bike. Li dewletên ku tundûtûjiya kartelên hişbir gelemperî ye, aktîvîstan dibêjin ji ber ku bêcezakirin belavbûye kuştina jinan nayê lêpirsîn kirin. Çalakvanek mafên jinan ya eyaleta Guerrero a başûr Yolotzin Jaimes got: "Desthilatdar dibêjin ev sûcê organîze ye û ew mijarê digrin. Gelek ji van êrîşkaran bi behaneya sûcê organîze di bin parastinê de ne.”
Werger: JINHA