Ji malbata Şenyaşar bang
Malbata Şenyaşar ku 459 roj in di nobeta edaletê de ne, ji bo beşdarbûna bîranîna salvegera qetlîamê ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de pêk hatibû, bang li kesên alîgirê edaletê kir.

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.
Malbata Şenyaşar di roja 459’emîn a çalakiya xwe de sibehê jî mala xwe ya li navçeya Pirûsê hat ber edliyeyê û li ser derenceyên Edliyeya Rihayê dest bi rûniştinê kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê ji bo bîranîna Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal ên di 14’ê Hezîrana 2018’an de di qetlîamê de hatin qetilkirin, bernameya bîranînê li dar bixe. Dê îro li ser medya dîjîtal hashataga #AdaletİcinUrfadayiz banga tevlibûna bîranînê were kirin.
Heman rojê saet 15.00’an li ber Edliyeya Rihayê bi girseyî Nobeda Edaletê bê girtin û piştre jî dê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya li avahiya xizmetê ya Baroya Rihayê ye foruma "Malbata Şenyaşar û Edalet" bê lidarxistin.
“Bêdengiya xwe xira bikin"
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê hesabên Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê, Wezîra Dadê Bekir Bozdag û Serokomar Tayyîp Erdogan etîket kirin û ev parvekirin kir: Divê di serî de Wezareta Dadê hemû hikûmet, derbarê doza me ya komkujî bêdengiya xwe xira bikin. Raya giştî derbarê doza me de, benda daxuyaniyek e. Her kesî bêdeng dîmine, şirîkê sûc e.