Ji Leyla Xalid banga ji bo Aysel Tugluk: Li gor hiqûqê tevbigerin
Endama Polîtburoya ERGF (Eniya Rizgariya Gel ê Fîlîstinê) Leyla Xalid a daxwaza xwe ya berdana siyasetmedar Aysel Tugluk a nexweşiya demansê pê re heye, bilêv kir û bang li Tirkiyê kir da ku li gor hiqûq, edalet û mafên mirovan tevbigere.
Navenda Nûçeyan- Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gel ê Fîlîstînê Leyla Xalid, ji bo siyasetmedar Aysel Tugluk a teşhîsa nexweşiya demansê hatiye dayîn lê bi rapora Saziya Tip a Edlî nayê berdan, pêyam şand. Pêyama Leyla Xalid, ‘Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’ parve kir. Leyla Xalid di pêyama xwe de bang li Tirkiyê kir da ku bi şêweyê li gor hiqûq, edalet û mafên mirovan tevbigere.
Ji tevahî girtiyan re miraza azadiyê
Pêyama Leyla Xalid wiha ye:
“Rêzdar Aysel,
Em jinên Fîlîstînî, hezkirin û piştevaniya xwe ji we re dişînin. Em hêvî dikin ku di demek herî nêzîk de hûn tevhî hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê bigihin azadiya xwe. Morala xwe bilind bigrin. Hûnê azad bin.”