Ji Konferansa Jinan a Nevneteweyî dîmenên rengîn
Di roja destpêkê ya duyemîn Konferansa Jinan a Berlînê de Berlînê de peyamên bi hêz ên jinan û cilên neteweyî yên rengîn dîmenên xweş derxistin holê.
Navenda Nûçeyan- Konferansa jinan a ku ji aliyê Tora Pêşeroja Jinan ve bi dirûşma “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye” li paytexta Almanya Berlînê tê lidarxistin bi nîqaşên ramanî, şêwr û dîmenên rengî didome. Jinên ku di bin 8 sernavan de nîqaşên xwe didomînin, piştî despêkirina konferansê, duh bi atolyeyên xwe bal kişandin ser tekoşîna hevpar. Xebatên ku heta derengiya şevê domiyan, dîmenên rengîn derxistin holê.
Rûniştina 2'yemîn a Konferansa Jinan a Navneteweyî bi avakirina atolyeyan domiya. Di çarçoveya atolyeyan de, mijarên bi navê berxwedana li dijî koçberiya bi zorê, weke têkoşîneke stratejîk azadiya jinan, tendirustî, aborî, ekolojî, parastina ziman û çandê, avakirina eniyek li dijî faşîzmê û perwerde hatin nirxandin.
Di bin 8 navên cuda de atolye hatin sazkirin
Di xebatên atolyeyê yên di bin 8 navên cuda de hatin lidarxistin de kesên ji 41 welatan beşdar bûbûn axivîn, nîqaş kirin û bal kişandin ser têkoşîna hevpar.
1. Berxwedana li dijî koçberiya bi zorê: Ji bo berxwedana li hemberî koçberiya bi zorê bal hat kişandin ku divê mirov li cihê bixwazin ji derveyî sînorên netewdewletan çêkirine bijîn, mafe jiyanê biparêzin û ji bo pirsgirêkên ji ber koçberiya bi zorê çêbûne çareser bikin têkoşîn pêwîst e. Bal hat kişandin ku pêdiviya jinan bi eniyek berxwedanê ya ku axa wan diparêze û wan azad dike heye. Her wiha li ser pêdiviyên koçberiyê mirov çawa dikare piştgiriyê zêde bike û tora berxwedanê bi rêxistin bike nirxandin hatin kirin.
2. Weke têkoşîneke stratejîk azadiya jinan: Sazî û organîzasyonên ku di ware polîtîk, çandî û aborî û her warê din de (ên di nava sînorên dewletan de têkoşînê didomînin) ji bo ku azadiya jinan bikin mijara xwe ya esasî li ser pirsa çi dikare were kirin nîqaşan kirin
3. Tendirustî: Hat destnîşankirin ku tendirustî ji aliyê pergala baviksalar ve hatiye desteserkirin, zanîna jinan a di vî warî de ji nedîtîve hatiye dîtin û xistine malê xwe. Her wiha hat diyarkirin ku divê li cihê di xizmeta kapîtalîzmê ya ji bo berjewendiya kar divê li gorî pêdiviyên civakê li ser feraseta tendirustiyê rêxistinbûnek çêbibe.
4. Aborî: Di atolyeya aborî de li ser pirsa “Ji bo pêşî li çavbirçîtiya kar a kapîtalîzmê were girtin û ferasetek alternatîf ji bo aboriyê çêbibe çi hewce ye?” nîqaş hatin kirin û li ser ji derveyî bazara kapîtalîst de tecrubeyên civakan ên alternatîf çawa dikarin werin bêrixistinkirin û riyek ji xwe re bibînin nirxandin hatin kirin.
5. Ekolojî: Li ser nêzîkahiya jinan a ji têkoşîna ekolojiyê re, têkoşîna ekolojîk ku di nava xwe de azadiya civakê û zayenda civakê dihewîne, çawa dikare were pêşxistin nirxandin hatin kirin.
6. Parastina ziman û çandê: Bal hat kişandin ên ziman û çandê diparêzin jin in û li ser zindîbûna zimanên herêmî nirxandin hatin kirin. Di vê xebata atolyeyê de bi Bertsolaritza yanî Spanyolî ku tê wateya bi aheng û pîvan stranên gelêrî, ji aliyên aktivîstan ve stran hatin gotin
7. Ji bo avakirina eniya dijberî faşîzmê: Li dijî netewperestî, nijadperestî û faşîzmê, li ser pêdiviya avakirina eniyek jinan hat rawestîn.
8. Perwerde: Ji bo pêşengiya têkoşîna jinan, di atolyeya perwerdeyê de hat diyarkirin ku divê li ser felsefeya xwebûnê ya tê wateya xwenaskirinê xwedîderketin çêbibe. Ji bo pêkhatina vê yekê jî hat destnîşankirin ku ji bo vê yekê jin pergala xwe ya xweser a perwerdeyê ava bikin.
Piştî nîqaşên atolyeyê bi muzîkê bi dawî bû. Yelda Ebasî bi dirûşma “Jin jiyan azadî derket ser dikê bi jinan re stranên xwe got.
Jinên ku beşdar, bal kişandin ser girîngiya konferansê û hevgirtina jinan.