Ji Kombenda Efrînê li dijî kiryaran banga hesab pirsînê

Kombenda Civakî ya Efrînê bi boneya salvegera 8’emîn a dagirkirina bajarê Efrînê, daxuyaniyeke çapemeniyê da û li dijî kiryarên ku li Efrînê hatine meşandin banga hesabpirsînê kir.

Qamişlo – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, di 20 Çileya sala 2018`an de, bi hemû hêza xwe hem ji hewayî, hem jî bejahî ve êrîşê Efrînê kirin û piştî berxwedana 58 rojan a gel û şervanan, di 18 ê Adara heman salê de Efrîn hat dagirkirin.

Kombenda Civakî ya Efrînê bi boneya salvegera 8’emîn a dagirkirina bajarê Efrînê, li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî li ber Çerxeriya Nebî Hûrî a bajêr, bi tevlîbuna rêxistinên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweser û koçberên Efrînê hat dayîn.

Daxuyaniya ku ji aliyê endama Kombenda Civakî ya Efrînê hate dayîn wiha bû: “Îro salvegera heftemîn a koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên herêma Efrînê ye, di encama operasyonên qirkirina etnîkî yên dewleta Tirk û komên çete yên ku piştgiriya wê kirin de di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn hat dagirkirin, bi hezaran sivîl hatin koçberkirin û bi hezaran kes bê sûc hatin kuştin. Şêniyên Efrînê yên ku koçberî herêmên Şehbayê bûne, gelek êş û azar kişandin û tevî zehmetiyên jiyanê jî 7 salan bi hêviya vegerê li wê herêmê man. Di Kanûna 2024’an de ji ber êrîşên komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk, dîsa ber bi rojhilatê Firatê ve bi darê zorê hatin koçberkirin. 

Em weke Kombenda Efrînê ya Civakî, bi bîranîna vê bobelata mirovî, tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina edaletê ji bo qurbaniyan û hesabpirsîna berpirsên van tawanan dikin. Her wiha em bang li saziyên mafan ên navneteweyî û rêveberiya demkî ya Şamê dikin ku tedbîrên pêwîst ji bo temînata mafên gelê Efrînê û vegera wan a bi ewle ya malên xwe bistînin.

Bendên ku hatine diyarkirin ev in:

1- Divê li gorî mekanîzmayên dadweriyê, hesab ji sûcdarên şer were pirsîn û werin cezakirin, pêşî li dubarebûna binpêkirinan bê girtin.

2- Divê ku vegera bi ewle ya xelkê Efrînê, temînata ewlehî û selametiya wan ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve were tekezkirin.

3- Divê çavdêrîkirin û pêkanîna vegera bi ewle bi hemahengiya bi rêxistinên mirovî û dezgehên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî were çavdêrîkirin û pêkanîn.

4- Divê gelê Efrînê xwe bi rêve bibe, bi awayekî ku dadmendiyê pêk bîne û binpêkirin neyên dubarekirin.

5-Divê dabînkirina  vegerandina koçberên Sûriyeyê yên ji parêzgehên din ên li herêma Efrînê bê kirin û vegerin gund, bajar û bajarokên xwe yên resen, bi şertê ku desthilatdariya Şamê berpirsyariya vê yekê rake ser xwe.

Berdewamkirina êrîşan binpêkirina mafên mirovan e’

Berdewamkirina van êşan binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e, ji ber vê yekê em pabendbûna xwe bi mafên xwe yên rewa tekez dikin û bang li hemû aliyên pêwendîdar dikin ku berpirsyariyên xwe yên zagonî û mirovî li hemberî bûyerên ku li Efrînê qewimîne û diqewimin bi cih bînin.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Em heta mirinê bi te re ne Efrîn” bi dawî bû.