Ji KJAR’ê Rûken Vejîn: Bi serhilanê re hesreta azadiyê derket pêş

Ji Komîteya Perwerdeyê ya Komelgeha Jinên Azad A Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Vejîn bal kişand guhertinên ku jin bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ re ava kirin û got, “Ev guhertin hesreta azadiyê ya jinan bi helwestekî serhildêr derxist pêş.”

RÛHEYV BOTAN

Navenda Nûçeyan – Der barê êrişên zayendperest ên rejîma Îranê li hemberî jinan, endama Komîteya Perwerdeyê ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Vejîn ji ajansa me re axivî. Rûken Vejîn bi berfirehî qala êrîşên qirker ên rejîma Îranê ku li ser jinan pêk tîne kir û bal kişand ser armanca van êrişan.

‘Hesreta azadiyê bi serhildanan der bû’

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KJAR’ê, Rûken Vejîn, di destpêka axaftina xwe de êrîşên heyî şermezar kir û wiha got: “Em pêkanîna bûyerên şîdeta li ser jinan, ku li Tehranê bi destên polîsên rejîma Îranê qaşo navê wan ‘polîsên exlaq’ e, bi tundî şermezar dikin. Ev pêkanîn, bi tevahî ji derveyî exlaq in. Ev êrîşên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin, derexlaqî ne û li ser jiyan, hebûn û derûniya jinan in. Ji beriya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve heya niha êrîşên bi vî rengî her dem ji bo binpêkirina îradeya jinan, hatine kirin lê cudahiya ku piştî şoreşê çêbû ew bû ku piştî qetilkirina Jîna Emînî, êdî jinan ferzkirinên rejîma Îranê qebûl nekirin û li hemberî vê yekê rabûn serhildanê, şoreşeke hişmendiyê pêk anîn. Bi vê şoreşê re jinan bi xwe re jî guhertin û vejînên nû çêkirin. Hesreta xwe ya azadiyê bi awayekî serhildêr derxistin pêş.”

‘Jinan bêhna azadiyê girtine’

Rûken Vejîn di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand ser tirsa ku rejîma Îranê ji serhildêriya jinan jiyaye kir û got: “Tirsa rejîma Îranê di pêvajoya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de zêdetir bû. Ji ber ku hêza jinan bi zelalî di nava berxwedanê de dît. Ji bo ku dawî li vê yekê bîne û jinan careke din bixe rewşeke bêdengî û bêçaretiyê, zagonên nû ji bo tepsdandina îradeya wan derxist. Li hemberî jinan ferzkirina hîcabê ya sîstema Îranê çêbû. Kesên ku nepejirandin digre, qetil dike, davêje zindanê dibe ber sêdarê. Di her warê jiyanê de, jinan di bin çavdêrî û tundiyeke fizîkî û derûnî de dihêle. Di heman deme de jixwe bi riya zagonên xwe yên nû, jinên ku hîcabê li xwe nakin, digre û di nava rewşa bi krîz a aborî de, cezayê madî li jinan dibre. Bi van zext û cureyên tundiyê dixwaza ku bigihîje armanca xwe û jinan biçewisîne lê ev yek ne gengaz e, ji ber ku di vê şoreşê de jinan nefesek ji azadiyê girtine. Her êrîş, tundî, tacîz, tecawiz û zexteke ku li ser jinean tê pêkanîn, li ser tevahiya jinan e. Pêwîst e hemû jin jî bi vî awayî nêz bibin û bi hev re zêdetir hebûna xwe biparêzin.”

‘Divê jin hê zêdetir xwe di felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de kûr bikin’

Rûken Vejîn, di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê jin xwe perwerde bikin û xwe bi rêxistin bikin. Bi taybetî li jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir û got: “Jin bi xwerêxistinkirin û perwerdekirinê, dikarin zêdetir xwe bikin hêza têkoşîn û berxwedana ku encamê digre. Xwerêxistinkirin, bi xwezanakirin û hevgirtinê pêkan dibe. Pêwîst e jin bi vê hêzê, li hemberî êrîşên li ser jinan pêk tên, bibin hêza mudaxeleyê û dawî li vê zihniyetê bînin. Em di wê hêviyê de ne ku tevahiya jinan û bi taybetî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, wê bikaribin bi vê hêzê, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ careke din geştir bikin û xwe bigihîjînin azadiyê. Ev yek encax bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêkan dibe. Ji ber vê yeke pêwîst e tevahiya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwe di vê felsefeyê de zêdetir kûr bikin û di bin sîwana KJAR’ê de rêxistinkirina xwe zêdetir û bihêztir bikin.”