Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê

Şêwirmendê Wezîrê Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nurî ragihand ku hejmara kesên ku ji Kampa Hol a li rojavayê Kurdistanê vegeriyane Iraqê nêzî 4 hezar kes in.

Navenda Nûçeyan- Şêwirmendê Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nurî, di derbarê hewldanên ji bo vegerandina koçberan û hejmara kesên ku ji Kampa Holê ya li bajarê Heseke ya rojavayê Kurdistanê vegeriyane Iraqê ji çapemeniya Iraqê re axivî.

 Kerîm Nurî eşkere kir ku di Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji hemû neteweyan zêdetirî 53 hezar kes têde ne. Nurî got: “Ji vana 20 hezar Iraqî ne. Piraniya welatên cîhanê di mijara vegerandina hemwelatiyên xwe yên ji vê kampê de dudiliyê jiyan dikin. Ev kamp ji ber DAIŞ’ê bûye cihek metirsîdar û ji bo wê jî divê ev kamp were girtin.”

 ‘Kesên tevli bûyerên kuştinan bûne tên dadgehkirin’

Kerîm Nurî diyar kir tedbîrên ku Iraqê ji bo vegerandina koçberên Iraqî yên ji kampa Holê girtine ta radeyek serkeftî bûye û got: “Gelek kesên ku destên wan neketine di xwîna Iraqiyan de hatine vegerandin û yên ku tevli bûyerên kuştinan bûne jî tên dadgehkirin. Lê em ne bi şêwazê tolhildanê nêzî wan dibin.”

 Kerîm Nurî eşkere dike ku jin û zarok tawanên kesên din narakin û Iraq di mijara vegerandina welatiyên xwe yên ji kampa Holê de li ser asta cîhanê welatê yekeme.

 Her wiha Kerîm Nurî diyar kir ku li Kampa Holê 20 hezar hemwelatiyên Iraqî hene û heta niha nêzî 4 hezar kes vegerandine Iraqê.

 Têkildarî vegerandina koçberên Iraqî yên li kampên Herêma Kurdistanê jî Kerîm Nurî got: “Li ser vegerandina koçberan lihevkirinek baş di navbera hikûmeta Herêm û Iraqê de heye. Rewş gihiştiye wê astê ku hemahengiyek baş ji bo vegerandina koçberên li 22 kampên Dihok û Hewlêrê ya ji bo cih û warên wan çêbe.”