Ji Jineolojî Alya Osman: Peyama Ocalan berpirsyariyek mezin dide

Endama Akademiya Jineolojî Alya Osman tekez kir ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi hest û kêfxweşiyek mezin pêşwazî kirine, ji bo wan bûye hêviyeke mezin û got: “Em ê dest bi pêvajoya pêkanînê bikin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 30’ê Gulanê de ji Akademiya Jineolojiyê re peyamek şand.  Abdulah Ocalan ku di peyama xwe de balê dikşîne ser hêz û pêşengiya jinan û dibêje ku pêvajoya “Aşîtî û Civaka Demokratîk” bi pêşengiya jinan divê bimeşe. Nameya ku şand jî weke ji aliyê akademiya zanista jinan ku li Kurdistanê û tevahî cîhanê kar û xebatên xwe dide meşandin bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Têkildarî vê mijarê endama Akademiya Jineolojî Alya Osman ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Peyama Ocalan hêvî û berpirsyarî ye’

Alya Osman da zanîn ku peyama ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girtine hêvî û berpirsyariyek mezin û bi nirx daye ser milên wan û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Me ev peyam bi hest û kêfxweşiyek ku nayê îfadekirin girt. Em bi saetan li ser peyamê û şaxa gulê fikirîn ji bo me bû hêvî. Di heman demê de berpirsyariyek mezin dikeve ser milên me. Ji ber ku Jineolojî zanistek e hemû pirsgirêkên jinan û civakê çareser dike û berpirsyariyeke Rêber Apo daye ser milên jinan da ku bibin pêşeng di her warî de.”

‘Şaxa gulê girîngî û serkeftina hevgirtina jinan nîşan dide’  

Alya di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser şaxa gulê ku ji girtîgeha Îmraliyê ji bo Jineolojîyê hatiye şandin û wiha anî ziman: “Em gelek li ser vê şaxê fikirîn me bi mîtolojiyê ve girê da. Şeklê vê şaxê karê jinan ê bi baldarî ku di jiyana xwe de pêk tînin, nîşan dide. Di heman demê de ev şax bi zanista jinan ku çawa li tevahî cîhanê û Kurdistanê bûne yek pênase dike lewma em dibêjin karê serkeftî bi hevgirtin û yekitiyê misoger dibe.”

‘Doza jinan doza esasî ye’

Alya Osman diyar kir ku bêyî çareserkirina doza jinan tu doz çareser nabe ji ber ku jin bingeha avakirinê ne û wiha got: “Rêber Apo dibêje: “Min tu carî xiyanetê li xewnên zarokatiya xwe nekir” zaroktiya ku doza jin û pirsên girêdayî azadiya jinan di bîra wî de bûn bi riya têkiliyên wî bi heval û dayika xwe re. Ji ber vê yekê ev beşa herî girîng û bi wate ye di bîranîna zarokatiya wî de bû, bi têkoşîna wî ya di partiyê de ev yek mezintir bû. Partî bi hebûna jinên pêşeng û xwedî îradeyek xurt hat damezrandin û ji bo avakirina civakek azad û demokratîk doza jinan doza herî sereke hatiye desgirtin. Rêber Ocalan ji bo jinan hevrê ye ji ber ku Ocalan bi riya teoriyên ku pêşkêş kirine ji bo pêşketin, azadî û rêxistinkirina jinan di nava civakê de xwe ji sînordarkirina li ser wan di hemû qadên jiyanê de hatiye ferzkirin rizgar dike û vedigere cewherê xwe.”

‘Em ê dest bi qonaxa pêkanînê bikin’

Alya di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Jineolojî mîrasek e Rêber Apo, ji bo çareserkirina pirsgirêka jinan û civakê pêşkêş kir û weke mîraseke em xwe dispêrin wê ji aliyê rêxistinbûyîn û fikir ve. Rêber Apo di nameya xwe de dibêje; ‘Ev kar di aliyê teorîk de temam e lê divê wê bi cih bînin’ di vê qonaxê de divê em vê zanistê bi cih bînin û bikin beşek ji her mal û her tevnên civakê re. Ji ber ku di riya wê de hemû pirsgirêkên jinan û civak dê werin çareserkirin û bibin gavek ji bo guhertin û veguhertinê.”

‘Jineolojî wê bibe bersiv ji çanda tecawizê re’

Alya Osman destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di peyama xwe de behsa xetera çanda tecawizê kiriye û got: “Civaka me ya ku bi hişmendiyek şaş bi hezaran salan hatiye birêvebirin heye. Çanda tecawizê di her alî de li pêş e, hem di aliyê dayîna nêrîn, tevgera wan a di jiyanê de, hem jî dûrbûna ji nasname û dîroka xwe de. Ev bêguman bi hêsanî nayê guhertin pêwistî bi têkoşînek domdar heye ku jin vegerin cewherê xwe, xwedî nasname bin û bi biryar bijîn. Ev jî berpirsyarî û erkek mezin e dikeve ser milên me ji bo ku em civakek wekhev û azad bi pêşengiya jinan xwedî îrade û azad ava bikin.”

‘Felsefeya Ocalan çavkaniya hêviyê ye’

Alya Osman di dawiya axaftina xwe wiha got: “Rêber Ocalan di peyama xwe de behsa rêgeza hêviyê kir. Bi avakirina tevgerê jinan û felsfeya Jin, Jiyan, Azadî hêviya jiyanê bi jinan re ava kir. Ji ber ku jin bi hezaran salan ji hemû mafên xwe hatine dûrxistin; bi naskirina ramanên rêbertiyê hêviya jiyanê bi wan re zindî bû, bi vê zindîbûnê îro gihîştine asteke wisa ku dikarin xwe birêxistin bikin û parastina xwe di her warî de dikin.”