Ji jinên Efgan peyama 8’ê Adarê: Ji bo nifşên nû divê em bibin yek

Jinên Efgan bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê peyam şandin û ev bang kirin: “Divê hemû jinên dinyayê yên ku li dijî civaka mêrsalar û Îslamiyê têdikoşin bibin yek û em destûr nadin nifşên nû demên hê xiratir bijîn.”

BAHARÎN LEHÎB

Efganistan – Jinên Efganistanê ji ber qedexeyên Talîban ên mafê jinan û azadiyê, bi zorî pêşwazî li 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dikin. Rêveberiya Talîban polîtîkayên ku hebûna jinan ji qadên perwerde, xebat û civakê dûrdixin dimeşîne. Jinên Efganistanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamên xwe bi riya ajansa me parve kirin û diyar kirin ku li dijî hemû polîtîkayên zextê wê ji bo mafê xwe têkoşîna xwe bi domînin.

‘Jin dibin zextê de roja xwe pîroz dikin’

Aktivîsta Mafê zarokan Mîna Askerî 8’ê Adarê li hemû jinên ku ji bo zexta zayenperestiya civakê ji holê rakin bi cesaret û hemû hêza xwe têdikoşin pîroz kir û wiha got: “Îsal em vê rojê di demek ku nivî civaka Efgan ji jinan pêktê di nava çar dîwarên malên xwe de hatin heps kirin û ji mafê herî biçûk ê mirovan par negirtî de pîroz dikin. Zewaca bi zorê, zext, îşkence û êş her kêlî gefê li jinan dixwe. Koka tundiya li dijî jinan enceq bi têkoşîna jin û mêrên lêgerîna wekeheviyê dikin ji holê rabe.”

‘Divê em tu caran xwe bêdeng nekin’

Ji jinên li eyaleta Parwan dijî Nasrîn Ahmad hestên xwe yên derbarê 8’ê Adarê de bi van gotinan anî ziman:

“8’ê Adarê roja Jinan  a Cîhanê ji bo me jinên Efgan ne tenê rojek a pîrzokirinê ye, rojek ku em mafên xwe yên ji destê me hatine girtin bi dengek hê bilindtir bi parêzin û bê tirs têkoşîna xwe bi domînin e. Jinên Efgan li her aliyê welat bi sûcên bê bingeh tên qetilkirin û winda kirin. Di van şertên ku rêz li mafê me nayê girtin de di medyaya dijîtal de qasî ji destê me tê em vê bê mafiya tê jiyîn protesto dikin û ez bi zarokên keç ên ku ji perwerdeyê bê par hatine hiştin re dibim alîkar ku fêrî xwendin û nivîsînê bibin. Divê hemû jinên dinyayê yên ku li dijî civaka mêrsalar û Îslamiyê têdikoşin bibin yek û em destûr nadin nifşên nû demên hê xirabtir bijîn. Ji bo azadiyê em tu caran xwe bêdeng nakin. Heta ala têkoşîna mafê jinan bigihe serkeftinê divê hertim em bilind hilgirin.”

‘Ji bo pêkanîna aştiyê divê em têbikoşin’

Jinek Efgan a 58 salî ku di jiyana xwe de perwerde ne dîtî îfade kir ku 8’ê Adarê bi heskirin, aştî û jiyan û ewlehiyê dibe yek û got: “8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gor fikrê min rojek ku mirov ji hev hez bikin, ji bo hêz û para şer nekin e. 8’ê Adarê rojek ku li ku derê bin bila bibin di dilê  kesê de êş nebe, kes tirsa windakirina zarokên xwe yên biçûk nejîn, kes tundiyê li zarokên xwe yên keç nekin, bi fikar nebin, kes ji cehalet, birçîbûn, sermaya zivîstanê, xizanî nexweşî nejîn û ne tirsîne. Lê belê ji bo me jinan ez dikarim bejim rojek ne gelek baş e. Ji ber li Efganistanê hemû hikumetên bûne desthilat jin qetilkirin. Jinek ji ber ji aliyê mêrên malbata xweve hate qetilkirin, ji bikuj re çepik hate lêdan. Ji ber vê divê em jin ji bo pêkanîna aştiyê divê em têbikoşin, ji ber dema me ev aştî pêkanî wê rojên me yên xweş çêbibin û ev rojên xweş em ê jin ava bikin.”