Ji jinên ciwan bang: Li dijî êrişan serî hildin û têbikoşin

Jinên ciwan rola jinên ciwan a di rêxistinkirina komîn, kooperatîf û civakê de anîn ziman û banga ji bo parastina nasnameya jinan ji êrîşên qirkirinê kirin. Jinan gotin: “Li dijî êrîşên ku Kurdistanê dagir dike, serî hildin û têbikoşin.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Jinên Ciwan di bin dirûşma "Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve" konferansa xwe bi beşdariya 150 degeleyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin. Jinên ciwan ên beşdarî konferansê bûbûn bal kişandin rola jinên ciwan di Netewa Demokratîk de û gotin ku ji bo misogerkirina wê têkoşînek hê xurtir divê.

‘Neteweya Demokratîk misogeriya hebûna hemû neteweyan e'

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Mîdiya Ebdilrehman got ku jinên ji gelek netew û mezheban bi hev re li ser rola jinên ciwan di neteweya demokratîk de îro nîqaşan didin meşandin û wiha domand: "Li dijî jinan û nasnameya wan gelek cureyên êrîşan tên kirin, ji ber dijminê me dizane ku îro jin di bin paradîgmaya neteweya demokratîk de xwe birêxistin dikin.”

Mîdiya Ebdilrehman ya got “Amanca me ew e ku em bikaribin êrîşên li ser jinan çêdibin bi nîqaş û encamên ji vê derê derkevin, vala derbixin û dijmin têk bibin” wiha domand: “Felsefeya Rêber Ocalan weke deryayeke kûr e, jin çiqas noqî wê bibin ewqasî wê bi fikir û felsefeya wî bikaribin kesayeta xwe ava bikin û ji bo azadiya xwe ya şexsî û giştî têbikoşin. Berê sîstemên desthilatdar tenê yek al û yek ziman dipejirandin, îro jî bi têkoşîna Rêber Apo li vir gelek ol, ziman, mezheb û çand hene ku bi hev re jî têkoşîna hevpar dimeşînin, em ji vir jî dixwazin vî ruhî belavî giştî cîhanê bikin."

‘Li dijî êrişan şerê gelê şoreşgerî divê'

Mîdiya Ebdilrehman bal kişand ser rola jinên ciwan di parastina nirxên civakê û destkeftiyên şoreşê de û wiha got: "Li dijî civak û ciwanên me di asta nirxan de êdî êrîşên taybet, nerm û curbecur çêdibin, ji lewre li dijî belavkirina madeyên hişbir û avakirina şaneyên razayî û sîxuran ku ciwanan ji cewherê wan dûr dixe divê em şerê gelê şoreşgerî bi pêş bixin. Bihêzkirina hêza me ya cewherî di vê pêvajoyê de gelek girîng e ku pê re em bikaribin bêtir çand, exlaq û nasnameya jinên ciwan biparêzin.”

Eniyekê hevpar a têkoşînê

Mîdiya Ebdilrehman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya eniya hevpar a têkoşîna jinan û got: “Di dawî de û ya herî girîng ew e ku eniyeke têkoşînê ya hevpar di navbera jinên Rojava û welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê de were avakirin û em bi hev re bikaribin nasnameya jinan biparêzin, projeyên demokratîk ava bikin, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em şoreşek li dar bixin û wî azad bikin."

Ji komunan heya artêşbûnê xwe parastin

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Hemîla Mihemed jî got ku jinên ciwan rola pêşengiyê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêkanîn û rûniştandina neteweya demokrtîk de dilîzin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Tişta herî bingehîn ji jinên ciwan re belavkirina fikr û ramanên Rêber Ocalan e û ev erka herî pîroz e ji me re. Pêşengiya jinan ji komînê dest pê kiriye, heta ku îro pêşengiyê ji jinên cîhanê re dike û dixwaze wê bi nasname û şoreşa wê bide naskirin. Nenaskirina jinan a nasnameya wan û koletiya wan bi me re erk û berpirsiyariyan zêde dike ku em têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Ji bo jinan bang: Li dijî êrişan serî hildin û têbikoşin

Hemîla Mihemed ya got “Êdî jin ketine wê ferqê ku em çima dibêjin Jin Jiyan Azadî û çima îro em têdikoşin.” wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ger têkoşîna jinan nebe, wê hemû şoreş û xebatên din nîvçe bimînin û wateya xwe ya rast nebînin. A herî zêde rola jinên ciwan di cîhanê de belav kir berxwedana YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê û têkbirina wan bû. Jin li Rojava ji avakirina komînê ber bi avakirina artêşbûnê ve çûn, ev ne tiştekî ji rêzê ye. Ji lewre em bang li jinên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşên ku Kurdistanê parçe û dagir dike, serî hildin û têbikoşin."