Ji jinan li dijî destdirêjî û tundiyê kampanya

Koma Edeleta Aborî ya Tora Erebî ya Civaka Sivîl a Femînîst bi boneya Roja Karkeran a Cîhanê bi daxuyaniyekê kampanyayek da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Kampanya bi dirûşma "Mafên me hemûyan e ku em di hawirek ewle de dûrî destdirêjî û tundiyê bi edelet û wekhevî kar bikin" hat destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin Roja Karkeran a Cîhanê roja têkoşînê ye û tê de têkoşîna jin û mêrên karker û destkeftiyên wê tên pîrozkirin. Pîrozkirina vê rojê li gorî pîvanên mafên microvan derfeta li ser teqezkirina mafên resen û cewherî ye. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şert û mercên jinên ku di sektora nefermî de li herêma Erebî û Rojhilata Navîn kar dikin gelek xirab bûye, nemaze piştî belavbûna Koronayê, ji ber nebûna yasa û tedbîrên ku pêşîgirtin û parastinê ji bo karkerên jin li cîhê kar û wiha hate gotin: “ Her wiha jin li gelek dewletên Ereban êşên şerên çekdarî û dagirkeriyê dikişînin, bi taybet jî şerê qirkirinê ya li Xezayê. Bi wê re aborî hildiweşe û pêdiviyên jiyanê nîn in. Ev yek jî azarên jinan zêde dikin û hewayeke guncaw a xebatê tevî zêdekirina tundiya li ser jinan peyda nake.”

Di daxuyaniyê de banga pêkanîna peymana C190 ya têkoşîna dijî tundî û destdirêjiya li dijî jinan hat kirin. Her wiha hat gotin 5 sal di ser derxistina peymanê re derbas bûn û tu bandoreke erênî ji bo jinên karker ên li herêma Ereban û Rojhilata Navînê çênebû.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ger ev peyman kete pratîkê dê diyardeya destdirêjiya li ser jinan di cihên kar de bê kêmkirin û jin li saziyên giştî û taybet bên parastin.