Xwendekarên ji bo Xezayê di çalakiyan de ne ketin greva birçîbûnê

Xwendekarên zanîngeha Princetion a DYE’yê, ragihandin ku ji bo bertek nîşanî kuştîna sivîlan li Xezayê ji aliyê Îsrailê ve û her cure kiryarên dermirovî bidin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.

Navenda Nûçeyan – Xwendekarên zanîngeha Princetion a li eyaleta New Jersey a DYE’yê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi armanca piştevaniya bi milyonan Filistîniyên li Xezayê ku di bin dorpêça dewleta Îsraîlê de êşê dikşînin me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara herî zêde ya kesên ku bi felaketa herî mezin a birçîbûnê re rû bi rû ne li Xezayê ne û wiha hat gotin: “Di meha Remezanê de bi dehan kes ji bo nan çêbikin û rojî bigrin neçar man ji bo ar alifê lawiran bi kar bînin.”

Xwendekaran di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku wan ji kevneşopiya çalakiya greva birçîbûnê ya ava bi xwê ku girtiyên siyasî yên Filistînê li girtîgehên Îsraîlê ji sala 1968’an heta niha li dar dixin, îlham girtine û wiha gotin: “Ev grev, bersiveke ji bo rêveberiya DYE’yê ku daxwaza me bi cih nanî û piştgiriya xwe ji Îsraîlê re didomîne.”