Ji girtîgehê name: Lêgerîna tazî, kelemçeya cot û şelwarê qedexe!

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê bi nameya ku ji ÎHD'ê re şandin destnîşan kirin ku lêgerîna tazî veguheriye rewşek rûtîn di çûndina nexweşxaneyan de kelebçeya cot tê bikaranîn, înfaz bi awayekî kêfî tên şewitandin û şalwar hatine qedexekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ku her dem bi binpêkirina mafan di rojevê de ne, hewl didin tiştên dijîn bidin bihîstin. Tevî daxwazên malbat û parêzeran jî di polîtîkayên li girtîgehan li hemberî girtiyan tu guhertin tune ye, astengkirina dermankirina girtiyên nexweş jî berdewam dike. Girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê dimînin, têkildarî pirsgirêkên heyî ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re name şandin. Girtiyan di nameya xwe de behsa binpêkirinan kirin, di xala dîtina çareseriya pirsgirêkan de bang li raya giştî ya demokratîk kirin.

'Îşkenceya lêgerîna tazî veguherî rewşeke rûtîn'

Di nameyê de bal hat kişandin ser gelek pirsgirêkên têkildarî lêgerîna tazî, şewitandina înfazan, kamerayên li qawîşan û zehmetiyên ku girtiyên diçin nexweşxaneyê dikşînin. Di nameyê de hat diyarkirin ku li girtîgehê di bin navê lêgerîna zêde de lêgerîna tazî hatiye kirin û hat gotin ku ev rewş di dema sewqkirin û sirgûnan de veguheriye rewşeke rûtin. Di nameya de hat ragihandin ku girtiyên îtîrazê lêgerîna tazî dikin, li odeyên bê kamera tên derbkirin û wiha hat gotin; “Di bin navê lêgerînên giştî û qismî de lêgerînên mîna serdagirtinê tên kirin. Di dema lêgerînan de her der tê lêgerînkirin hemû eşyayên me dikevin erdê, belav dibin û zirarê dibînin. Di her lêgerînê de bi hincetên cuda tiştên me bi awayekî kêfî tên desteserkirin.”

'Hewş û qawîş bi kamerayê tên kontrolkirin'

Di berdewamiya nameyê de hat diyarkirin ku 24 saetan bi kamerayan çavdêriya qawîşan û qada hewayê tê şopandin, wiha hat gotin: “Yên ku muhafezekariyê li ser civakê ferz dikin, dema ku jinên girtî diçin lewabo û hemamê çavderiya wan dikin û ji binpêkirina rêgezên nepenîtiyê dudilî nabin. Divê şert û mercên avhewayê yên havînê ku gelek germ e li ber çavan werin girtin. Li devera ku ronahiya zêde bi projektoran ji çar aliyan ve heye, dibe sedema xirabûna xewê.”

'Sepana kelemçeya cot berdewam dike’

Di berdewamiya nameya girtiyan de ev agahî hatin dayîn:

“Di çûndina nexweşxaneyan de, leşker ji bo nexweşên ku diçin nexweşxaneyê kelebçeya cot bi kar tînin. Bi sepana kelebçeya cot re nexweşxaneya ku ji bo tedawiyê diçin dibe îşkence. Ev pêkanînên di bin navê ewlehiyê de binpêkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e û di heman demê de êrîşa li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Serlêdanên me yên berê yên der barê vê sepanê de bêbersiv man. Bi hinceta cezayên dîsîplînê yên du sal berê hatine dayîn, mafê me yê parvekirina spor, qurs û sohbetê bi hevalên me yên li qawîşên din re tê binpêkirin. Bi îzolebûnê re em êdî ji civakbûnê bêpar dimînin. Binpêkirinên mafên ku em ji ber pandemiyê bi wan re rû bi rû man, niha jî bi cezayên dîsîplînê yên kêfî berdewam dikin. Tevî ku di qanûnê de mafê me yê wisa heye jî mafê me yê sohbetê bi hevalên me yên li qawîşên din re, beşdarbûna spor û qursên hevpar tê astengkirin.”

'Şalwar ji lîsteya cilan hat derxistin'

Girtiyan diyar kir ku rojnameyên muxalîf nadin wan, bal kişandin ku di mijara cil û bergan de jî girtîgeh her dem pirsgirêkek cuda derdixe holê. Girtiyan diyar kir ku şalwarê berê di nava kotaya cilûbergan de bû ji lîsteyê hatiye derxistin û wiha gotin: “Skalaya rengên qedexe roj bi roj berfireh dibe, cilên ku nivîs û şekil li ser wan hatine çapkirin bi hinceta ewlehiyê nayên girtin. Bi van pêkanînên kêfî tundiyek aborî tê pêkanîn. Dîsa şalwarê ku berê di kotaya cilan de bû ji lîsteyê hatiye derxistin. Şalwarê ku hêmaneke çandî ya herêma em lê dijîn e, tevî ku cil û bergekî hemû kesên li herêma me bi kar tînine jî bi paşguhkirina van cudahiyên çandî dikare bi hêsanî ji kotaya cilan bê derxistin.”

'Berdana girtiyên ku cezayên wan tune ye tê astengkirin'

Girtiyan diyar kirin ku ji ber xwarinên di şert û mercên paqijiyê de nayên amadekirin, pirsgirêkên tenduristiyê dijîn, herî dawî behsa pêkanîna şewitandina înfazan kirin. Di nameyê de wiha hat gotin: “Bi guhertinên di zagona înfazê de tên kirin re, rayeyên berfireh ên ku ji bo heyeta çavdêriyê ya girtîgehan ji xirabiyê re tên bikaranîn, dibin sedema zedêbûna mexdûriyeta me û binpêkirina mafên ku em pê re rû bi rû ne. Di 12.02.2023’an de dîroka ‘berdana bi şert’ a hevalek me ya li qawîşê me, ji aliyê Desteya Şopandina Girtîgehê ve bi biryara rewşa nebaş e, berdana wê hat astengkirin. Lijneya Şopandina Girtîgehê ya ku hincet nedidît, tevî ku cezayê dîsîplînê yê girtînameya hevalê me tunebû jî bi hincetnîşandana, rayeya xwe û peywira xwe ji xirabiyê re bi kar anî, bû sedema binpêkirina mafan.”

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê Wezareta Dadê, Malên Ceza û Tevkîf a Wezareta Dadê û Girtîgehan der barê binpêkirina mafên girtiyan de, ji îdareya girtîgehê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîs şandin û gilî kirin.