Derb li mafê penaberiyê: Biryara nû ya dadgeha bilind a DYE yê

Dadgeha Bilind a Emerîkayê rê da hikûmetê ku koçberan li ser sînorê Meksîkayê bi fîzîkî asteng bike û mafê serlêdanê ji wan bistîne.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Bilind a Amerîkayê rê li ber hikûmeta federal vekiriye ku siyasetek ji nû ve bicîh bîne ku rê li ber koçberên ku dixwazin li sînorê Meksîkayê bikevin nav axa Emerîkayê bi awayekî fîzîkî asteng dike.

Polîtîkaya ku sê desthilatdaran guhert

Polîtîka, ku di destpêkê de di dawiya rêveberiya Barack Obama de hate destpêkirin û di dema yekem a Donald Trump de hate berfirehkirin, li aliyê Meksîkayê ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan ji sînorê Amerîkayê, dewriyeyên sînorî dihewîne. Ev polîtîka di sala 2021’an de ji aliyê rêveberiya Joe Biden ve hate betalkirin.

Di sala 2024’an de, dadgeheke temyîzê ya federal biryar da ku kesên ku serî li rayedarekî li sînorê Emerîkayê didin, divê wekî "gihîştî Emerîkayê" werin hesibandin, her çend ew bi rastî derbasî axa Amerîkayê nebûbin jî. Rêveberiya Trump li Dadgeha Bilind îtîraz li ser vê biryarê kir.

Di raya xwe ya piraniya dengan de, Dadwer Samuel Alito diyar kir ku kesek li Meksîkayê tenê piştî derbasbûna ji sînor "gihîştî Amerîkayê" dikare were hesibandin û ji ber vê yekê, kesên ku neketine axa Amerîkayê mafê wan tune ku serlêdana penaberiyê bikin.

Mafê penaberiyê ji holê rabû

Dadwer Sonia Sotomayor, li ser navê sê dadwerên lîberal ên ku li dijî biryarê derketin axivî, îdia kir ku biryar bi bandor mafê penaberiyê ji bo kesên ku ji zilmê direvin ji holê rakir.

Sonia Sotomayor ji dadgehê re bi bîr xist ku Qanûna Penaberan a 1980-an mafê serlêdana penaberiyê dide kesên ku li deriyên sînor bi rayedarên Dewletên Yekbûyî re têkilî daynin, û bi tundî rexne li biryara piraniyê kir.