Jî Feleknas Ûca pirozkirina Cejna Êzî
Wekîla HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, cejna Êzidiyan a pîroz Cejna Êzî bi gotina "Bi hêviya ku hemû jinên dîlgirtî yên di destê DAIŞ’ê de rizgar bibin” pîroz kir.

Wekîla HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, cejna Êzidiyan a pîroz Cejna Êzî bi gotina "Bi hêviya ku hemû jinên dîlgirtî yên di destê DAIŞ’ê de rizgar bibin" pîroz kir.
Navenda Nûçeyan- Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca bi daxuyaniyekê çapameniyê Cejna Êzidiyan a Cejna Êzî, hemû gelan û gelê Êzidiyan pîroz kir.
Feleknas Ûca ku di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Êzidî 74 caran rastî qirkirinê hatine û diyar kir ku ew civakêke ku tevî her qirkirineke hatine kirin jî dev ji baweriya xwe bernadin û got, " Ligel sirgûnî û komkujiyan, li Şengalê civaka Êzidiyan îro hewl dide ku ji xwe re jiyaneke nû ava bike. Tu xetere û gefeke wan li ser Tirkiyeyê tune ye lê ew her tim rastî êrişên Tirkiyeyê tên." Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Komkujiya ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şengalê pêk anîbû, niha tê dubarekirin. Çawa ku li Şengalê jin û keç hatin revandin û kuştin, niha jî ew êriş bi heman awayî ji aliyê cîhadîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê tên berdewamkirin.
Feleknas Ûca da zanîn ku ev roj ji bo civaka Êzidî girîng e û diyar kir ku gelê Êzidî bi taybetî Şengal cejnek din jî bi dilekî xemgîn pîroz dikin, wiha got: "Bi hêviya ku hemû jinên dîlgirtî yên di destê DAIŞ’ê de rizgar bibin, Cejna Êzî pîroz be! "