Ji êrişan herî zêde qada tendirustiyê bandor dibe

Bêrîvan Mihemed a ku di beşa dermanxaneya Navenda Tenduristî a navçeya Zirganê de dixebite destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk yê li ser Zirganê di qada tendirustiyê de gelek zehmetî tê kişandin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Di wextekî de ku herêma Bakur û rojhilata Sûriyeyê di nav dorpêç û êrîşan de ye, dewleta Tirk di êrîşa 4 Cotmehê de binsaziya herêmê bi giştî kirin hedef, heta ku bû sedem îro herêm û welatî gelek kirîzan bijîn. Yek ji wan qadan qada tenduristiyê ye û ev bûye bi awayekî rojane tê hedefgirtin. Navçeya herî zêde zirar dîtibû û careke din bi êrîşan re bêtir zirar dît Zirgan a ku li Kantona Hesekê dikeve ye. Ku niha navend bê derman ma ye û ev kirîzeke cidî bi xwere tîne.

Qada tenduristî jî para xwe ji êrîşan girtiye, îsal Navneda Tenduristiyê bû hedefa topên dewleta Tirk a dagirker.

Bêrîvan Mihemed ku di beşa dermanxaneya Navenda Tenduristî a navçeya Zirganê a Herêma Cizîrê de dixebite behsa êrîş, binpêkirin û zehmetiyan kir.

Di nav êrîşan de qada tenduristiyê

Bêrîvan Mihemed got ku navçeyeke biçûk wekî Zirgan ev 5 sal in dewleta Tirk êrîşê wê dike û wiha dom kir: "Êrîşên ku rojane li ser navçe û gundewaran dibe, rastrê sivîlan bandor dike. Qada Tenduristî jî zirar dît, navenda me ya tenduristiyê jî hat topbarankirin û hejmarek ji dermanan ji ber top û parçeyên wê bêbandor bûn. Ji ber topbaranê her car em navenda xwe diguherin, di warê peydakirina dermanan de em pir zehemtiyan dikşînin. Di nav salekê de, me dikarîbû du caran hejmarek gelekî biçûk ji dermanên pêwîst peyda bikin û têra demeke dirêj jî nake, ancax têre çend rojan bike."

Bêrîvan Mihemed da zanîn ku dermanên nexweşiyên kronîk li navçeyê tune ne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dermanê şekir, dil û tansyonê li cem me peyda nabin û ev barê sivîlên pir giran dike, ji ber navenda me tekane navenda tenduristiyê li navçe û gundewarên wê ye. Sîrom û pembo li cem me tune ye, birîndar jî çêdibin em nikarin wan li cem xwe derman bikin an jî tenê sîromekê ji wan re siwar bikin heta ku bighêjin nexweşxaneyekê. Tenê em dikarin van birîndaran li ambulansan bikin û rêkin nexweşxaneyên Hesekê ango Dirbêsiyê."

'Çûn birîndaran rakin ew jî hatin hedef girtin'

Bêrîvan Mihemed da xuyakirin ku tîmên wan ê tenduristiyê tev ambulansan bûne hedefa topên dewleta Tirk û wiha dom kir: "Dema ku hevalên me diçin birîndarên topbaranê xilas bikin, dewleta Tirk dîsa ambulans û tîmên me yê tenduristiyê dike hedef. Ji ber ku em hewl didin jiyana birîdaran ji mirinê xilas bikin û nefesek nû bidin wan, nabe ku tîmên me bibin hedef. Li ser hedefgirtina tîmên tenduristiyê û navendên me ku dikeve rêza sûcên şer, divê dewleta Tirk hesabê wê bide."

'Nebûna dermanan barê nexweşan jî giran dike'

Bêrîvan Mihemed zehmetiyên ku ew û sivîl dikşînin wiha tîne ziman: "Dermanên pêwîst li cem me nayên peydakirin û li dermanxaneyên taybet jî nirxê wê pir buha ye, di vê rewşê de barê sivîlan gelek giran dibe. Herwiha gelek caran ji ber êrîşan rêya Til Temir û Dirbêsiyê jî tê girtin, nexweşên heyî jî nikarin xwe bighînin bajaran û li vir jî derman nayê peydakirin û bijîşk jî tune ne, di vê rewşê de wê nexweş berî bide kîjan qubleyê."

Bangewazî ji sazî û dezgehên pêwendîdar re

Bêrîvan Mihemed bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku dewleta Tirk êdî hew sivîlan hedef bigre. Herwiha divê ku sazî û dezgehên pêwindîdar û rêxistinên piştgiriya tenduristî didin, guh bidin navenda tenduristiyê a navçeya Zirganê. A herî girîng ku derman ji bo dermankirina birîndar û nexweşan were pêşkêşkirin."