‘Bandora tundiyê dibe ku heta dawiya jiyanê bidome’

Parêzvana mafên jinan û derûnînasa Mexribê Nawal Mutat, balkişand ku ger bandora derûniyê ya tundî li ser jinan avadike neyên piştgirîkirin, dibe ku heta dawiya jiyanê bidomin.

HANAN HARITE

Mexrib – Jinan, hinek caran ji bo li dijî encamên neyînî yên tundiya mêran derbikevin an jî vebijarkên nû yên jiyanê biafirînin, pêwîstî piştgiriya derûnî dibînin. Çalakvana mafên jinan û di heman demê de derûnînas Nawal Mutat, balkişand ku ger bandora derûniyê ya tundî li ser jinan avadike neyên piştgirîkirin, dibe ku heta dawiya jiyanê bidomin.

‘Bi piştgiriyê jin dikarin bandorên neyînî yên tundiyê derbas bikin’

Nawal Mutat, diyar kir jin bi piştgiriya derûnî ya ku ji wan re bê dayîn re, dikarin bandorên neyînî yên tundiyê avadikin derbas bikin û wiha got: “Tundiya li ser jinê ne tiştekî nû ye û pirsgirêkek qûrewî ye. Em nikarin tundiyê bi yek welat re girêbidin. Tundî tiştekî bi giştî tê paşguh kirin e. Lê belê di encama têkoşîna civaka sivîl û tevgerên jinan de hin tabûyên civakî hatin hilweşandin.”

'Tundiya nava malê timî car tê jiyîn’

Nawal Mutat, anî ziman li Mexribê bi saya têkoşîna jinan hin mafên qanûnî yên pêşîlêgirtina tundiyê hatin bi dest xistin û diyar kir di civakên feraseta serwer a mêr lê serwer de dijîn, ji ber vê yekê nikarin nebêjin tundî bi dawî bûye. Nawal Mutat, da zanîn li tundiyê têkoşîna jinan didome û wiha axivî: “Li Mexrivê jî tundiya nav malê timî caran tê jiyîn. Jin rastî tundiya civakî û aborî jî tên. Faktorên çandî bandorek mezin li ser zêdebûna rêjeya tundiyê dike. Stereptıpler û hesta kêmdîtinê yên li dijî jinan ên di naveroka hin pirtûkên dibistanan de hene, bandor li rêjeya tundiyê dike.”

'Divê xebatên hişyarîkirinê bên zêdekirin'

Nawal Mutat, anî ziman divê di têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jin û zarokên keçan de xebatên hişyarkirinê bên zêdekirin û wiha got: “Divê civaka sivîl li dijî kevneşopî û adetên ku cihêkariya zayendî kûrtir dike, têbikoşe. Divê jin di warê aborî de bên hêz kirin.” Nawal Mutat, destnîşan kir divê di têkoşîna li dijî tundiyê de bi hemû beşên civakê re xebat bên meşandin û van tiştan pêşniyar kir:

“Divê belavbûna feraseta mêr a di nava civak û saziyan de bê astengkirin, qadên ku jêhatiyen jinan derdixe pêş bên vekirin, yasa bên bicihanîn, ji kiryarên tundiyê re cezayên bibandor bên dayîn û li dijî tundiyê nêzîkatiyên nû bên pêjirandin.”