Ji doza Musa Orhan cezayek din li Ezgî Mola hat birîn

Der barê lîstikvan Ezgî Mola de ji ber ku bertek nîşanî çawişê pispor Mûsa Orhan ê destdirêjî li Îpek Er a 18 salî kiribû, bûbû sedema mirina wê, dadgehê ceza da Ezgî Mola.

Navenda Nûçeyan- Çawişê pispor Mûsa Orhan li Êlihê destdirêjî li Îpek Er a 18 salî  kiribû, bûbû sedema întihara wê. Lê tevî vê yekê jî tecawizkar Musa Orhan hatibû berdan. Lîstikvan Ezgî Mola jî bertek nîşanî berdana Musa Orhan dabû. Ji ber vê bertekê, bi îdiaya “heqaretê” doz li Ezgî Mola hat vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Hiqûqa Giştî ya li navçeya Banaz a Uşakê hat dîtin. Dadgehê bi îdiaya “heqaretê” 10 hezar TL cezayê tazmînatê li Ezgî Mola birî.

Beriya niha jî der barê Ezgî Mola de li 31’emîn Dadageha Cezayên Giştî ya Enqereyê doz hatibû vekirin û 6 hezar û 960 lîra ceza li Ezgî Mola hatibû birîn.