Ji derbeya Sevrê ve heta niha: Efganistan di dorpêçê de ye
Ji derbeya heftemîn a Sevrê ya sala 1978’an ve heta Talîbanê, gelê Efganistanê, bi taybetî jin û zarok ketin nava dorpêça sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin, jiyanê di nava şer, dagirkerî û krîzan de derbas kirin û bi hezaran kes hatin kuştin.
					BAHARÎN LEHÎB
Navenda Nûçeyan – Piştî derbeya heftemîn a Sevrê ya 27’ê Nîsana 1978’an rewşa Efganistanê her çû xirabtir bû. Bi milyonan Efganan welatê xwe terikandin, bi hezaran kes hatin kuştin û birîndar bûn. Rejîma desthilatdar, dest bi tepisandina hemû muxalîfan kir wan ji holê rakir. Girtîgeh bi rewşenbîr, mamoste, hîndekarên zanîngehê, xwendekar û karmendên dewletê tije bûn. Mirov rastî îşkence, heqaret û biçûkxitinê hatin. Heta îro jî hê aqubeta gelekan nayê zanîn, dayîk, hevjîn û zarokên wan bi salan e li bendê ne ku agahiyek ji wan bigrin.
Partiyên ‘Gel’ û ‘Peçam’ ku bi desteka Yekîtiya Sovyetan di desthilatdariyê de bûn, 14 salan welat di bin navê ‘komunîzmê’ de ji ber bi rêbazên faşîzane ve birêve dibirin. Efganistanê veguherandin gola xwînê, ji bo parastina desthilatdariya xwe ji Yekîtiya Sovyetan alîkariya leşkerî xwestin. Di 27’ê Kanûna 1979’an de leşkerên Sovyetê li ser Deryaya Amu, ketin bakurê Efganistanê. Lê belê di dema ketinê de rastî berxwedana hêzên welatparêz ên xwecihî yên bakurê welat hatin. Artêşa Sovyetê xwedî çekên modern bûn lê belê di destê berxwedêrên Efgan de çekên asayî hebûn, bi wan çekan êrîşî van hêzan kirin û windahiyên giran dan.
Berxwedanan gelê Efganistanê
Ji vê dîrokê ve heta îro, gelê Efgan li dijî dagirkeriya Sovyetê û hikumeta pêlîstok dest bi berxwedanê kir. Li hemû wîlayetan gel rabûn ser lingan. Her çendî gelek serhildan bi awayê xwînê hatibin tepisandin jî rastiya ku derket holê ev bû: Serdestiya li ser Efganistanê ne hêsan bû.
Di vê pêvajoyê de DYE, li dijî reqîbê xwe Yekîtiya Sovyetan firsandê nirxand. Bi Pakistan, Îran û Siûdî Erebistan, li Efganistanê komên Îslamî û partiyan rêxistin kir. Ev kom ji azadiyê zêdetir, di derdê berjewendiyên xwe û mezinkirina hêza xwe de bûn. Hêzên Sovyetê û alîgirên rejîmê, rewşenbîr kuştin, li bajarê Peşaver ê Pakistanê, di lîdertiya komên wek Gulbeddîn Hikmetyar, Abdurrab Rasul Seyyas, bi hevkariya îstîxbarata Pakistanê (ISI) bi sedan rewşenbîr û aktivîstên siyasî yên Efgan qetil kir. Di nava van cînayetan de kuştina lîderê ‘Komeleya Jinên Şoreşgera Efganistanê’ (RAWA) Mîna jî hebû.
Partiyên din ên cîhadî hat ser desthilatdariyê
Li gorî rîwayetan, hat diyarkirin ku di wê demê de di navbera partiyên ‘Gel’ û ‘Parçam’ û hikumdariyê de peymanên veşartî hatine kirin, di çarçoveya van peyman de rewşenbîrên ji rejîmê reviyane di xaka Pakistanê de ji aliyên hêzên girêdayî hikumadariyê ve hatine kuştin.
Piştî hakîmiyeta 14 salan a rejîmê ku ew û Sovyet destek dike, di 28’ê Nîsana 1992’an de ev pergal hilweşiya. Partiyên cuda yên cîhadîst desthilatdariyê xist destê xwe. Lê belê ev partî, di 5 salên destpêkê de sûcên kirin, gendelî, tecawizên li dijî jin û zarokan, wehşeta rejîmên berê jî li ber siya xwe hişt. DYE û Pakistan ku ji vê sûd girt û komên Talîban ku ji heman kokê hatin rêxistinkirin. Talîban ji cîhadên berê bi rûyekî cuda hat pêşkêşkirin lê belê di 27’ê Îlona 1996’an de biketa Kabulê, li ser xirbeya bajarek xirab bûye desthilatdariya xwe îlan kir.
Bedela herî mezin jin û zarokan dan
Piştî Talîban û ‘Patiya heşt’ (Hizb-i Heşt) ketin Kabulê, ji bo jin û gelan qedexeyên giran anîn. Nixumandina bi zorê, ferz kirin perwerdeyê qedexe kirin û wan ji jiyana civakî dûr xistin. Talîbanê van qedexeyan zêdetir kir. Komên din berê xwe dan Pencşir û Kabula Bakur, di lîdertiya Ahmed Şah Mesud de ‘Çepera berxwedanê’ ava kirin. Dîsa bedelên herî mezin jin û zarokan dan. Di 5 salên rêveberiya Talîbanê de xak û mal hatin şewitandin, li Belh û Bamyanê komkujî hatin kirin, peykerê Bamyan Buda teqandin, Stadyûma Kabulê veguherandin qada înfazan.
Hilweşîna Talîbanê
Piştî êrîşên 11’ê Îlona 2001’ê DYE û NATO’yê, Pakistanê di nav de baregehên herêmî de bi kar anîn, di 7’ê Cotmeha 2001’ê de mudaxeleyî Efganistanê kirin û Talîbanê hilweşandin. Lê belê hê di rojên destpêkê de dihat pêşbînîkirin ku wê Talîban şerê navxweyî dijwartir bikee. Ev pêşbînî rast derket. Talîban di nava salan de bi desteka derve careke din hat biçekkirin. Ji sala 2015’an ve êrîşên întiharê û bûyerên tundiyê dîsa zêde bûn.
Di dawiyê de 15’ê Tebaxa 2021’ê, Talîban careke din hat ser desthilatdariyê. Hêzên Navneteweyî û herêmî hewl dan Talîbanê weke tevgereke demokratîkbûyî nîşan bidin lê belê di çar salên dawî de gelê Efgan bi taybetî jî jinan yek ji demên herî tarî yên dîroka xwe jiyan. Jin û zarok weke her demê careke din bûn hedefên destpêkê yên vî şerî.
Di mehên dawî de gelê Efgan bi êrîşên ku tê diyarkirinê ji aliyê Pakistanê ve hatine kirin, dîsa bû hedef. Di êrîşên li Kabul, Qendahar, Paktîka û Kunarê de, ciwanên di derdê debarê de mirin an jî birîndar bûn. Gel li dijî vê rewşê bi îroneyek bi êş bertek nîşan dide û dibêje: “Bavê min çima ji kurên xwe bi hêrs e?”
Pirsa ku gelê Efgan dipirse ev e: Talîbana ku Pakistan xwedî kiriye, çawa îro bi Pakistanê re di nava pevçûnan de ye? Herdu alî çima bûne dijminên hev? Gel niha di nava rageşiyên herdu dewletan de dîsa diperçiqe.
DYE û Pakistan hewl didin destkeftiyên xwe biparêzin
Pispor dibêjin, DYE bi rêbazên cuda, Pakistan jî bi stratejiyên herêmî hewl didin destkeftiyên xwe biparêzin. Li gorî hinek çavdêran meyla Talîban ya nêzbûna bi Îran, Rusya û Çînê jî zêde bûye. Di vê tabloya tevlîhev de, bermahiyên hikumeta berê û hinek komên cîhadî ji bo dîsa vegerin desthilatdariyê û dest daynin ser sovyetên mane li derfetan digerin. Di encamê de di vê pêvajoyê de tenê zêdeti xwîn, kedxwarî û hilweşîn dimîne. Efganistan bûye qurbanê Lîstikên jeopolîtîk û reqabeta herêmî. Di dema partiya heftem de, heta dagirkeriya Sovyetê, heta komên cîhadî û mezinbûna Talîbanê, di her demê de bedelên herî mezin mirovên ji rêzê, bi taybetî jin û zarokan dane.
Tekane hêvî têkoşîn e
Li Efganistanê berjewendiyên neteweyî û mafên mirovan, heta di bin siya şerê desthilatdariya hundirîn û mudaxleya derve de bimîne, avabûna nû, aştiya mayînde û edalet we ne pêkan be. Hêvî tenê têkoşîna jinên bê tirs û mêrên hişyar îfşakirina van sûcan û kiryaran e.