Ji dayîka Shani Louk a ji aliyê Hamasê ve hatiye revandin banga alîkariyê

Dayîka Shani Louk, Ricarda, da zanîn ku keça wê ya ku ji aliyê Hamasê ve laşê wê yê tazî li pişt wesayîtekê hatî teşhîrkirin, bêtevger hat dîtin û sax e banga alîkariyê kir.

Navenda Nûçeyan - Hat zanîn ku Shani Louk a 30 salî ku di êrîşa li dijî mîhrîcana aştiyê ya li nêzî sînorê Xezayê de ji aliyê endamên Hamasê ve dîl hatibû girtin û laşê wê yê tazî li pişt kamyoneke hatibû teşhîrkirin û bêtevger hatibû dîtin, sax e.

‘Delîl hene ku keça min sax e’

Ricarda, dayîka Shani Louk a welatiya Elmanyayê, diyar kir ku ew bawer dike ku keça wê sax e. Ricarda diyar kir ku di destê wê de delîl hene ku keça wê sax e û diyar kir ku Shani Louk ji ber birîneke giran ji serê xwe li nexweşxaneyeke Xezayê tê dermankirin. Ricarda diyar kir ku wê ev agahî ji çavkaniyeke Filistînî ya nenas girtiye û diyar kir ku Shani Louk bi giranî birîndar bûye û ji hikûmeta Almanyayê alîkarî û tedbîrên lezgîn xwest.

Piştî pevçûnên ku 7’ê Cotmeha roja şemiyê dest pê kirin, wêneyên Shani Louk ji raya giştî re hatin eşkerekirin û hat diyarkirin ku malbatê Shani Louk wê ji pora wê ya bi rasta û deqên wê nas kiriye. Dayîka Shani Louk a ku tê gotin hemwelatiya dualî ya Elman-Îsraîl e, ev daxuyanî dabû:

“Îro danê sibê keça min Shani Nicole Louk, ku hemwelatiya Elman e, ji hêla Hamasê ya Filistînî ve ligel komek geştyaran li başûrê Îsraîlê hat revandin. Dîmenek keça min a di wesayîtekê de bi Filistîniyan re, ku bi eşkere xuya dike bêhiş e û li derdorê Şerîda Xezayê digere, hat şandin. Em daxwaz dikin ku hûn her şêwe alîkarî û agahiyê bidin me.”