Ji CEDAW’ê pêşniyarî ji bo welatan!

Komîteya Mafên Jinan a Neteweyên Yekbûyî, tesbîtên xwe yên li ser Azerbaycan, Bolîvya, Mongolya, Mexrib, Namîbya, Portekîz, Tirkiye û Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb weşand.

Navenda Nûçeyan- Komîteya Têkoşîna li Dijî Cudatiya Li Ser Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (CEDAW), duh tesbîtên xwe yên derbarê Azerbaycan, Dewleta Pirneteweyî ya Bolîvya, Mongolya, Fas, Namîbya, Portekîz, Tirkiye û Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb weşand.

Tesbîtan, ji bilî aliyên erênî yên pêkanîna her welatekî Peymana Rakirina Hemî Cûdahiya Li Dijî Jinan, sereke û pêşniyarên Komîteyê jî dihewîne.

Azerbaycan

Di pêşniyara ku hat gotin “Komîte derbarê rewşa gelek jin û keçên ku ji ber şerê Qerebaxa Çiyayî ya deh salên domdike de di nava welatê de ji cih û warên xwe bûne û derfetên wan ên perwerde, kar, lênihêrîna tenduristî û stargehê kêm in de bi fikar e” bang li Azerbaycanê kir ku di hemû xebatên jinûveavakirinê de beşdariya watedar û berfireh a jinên ji pêkhateyên cihêreng misoger bike. Komîteyê her wiha fikarên xwe yên li ser Qanûna Kar a welat ku niha li 204 pîşeyan karkirina jinan qedexe dike anî ziman. Ji Azerbaycanê xwest ku lîsteya pîşeyên ku gihandina jinan a ji bo hin karan sînordar dike rabike û van pîşeyan ji bo jinan binê rewşêk hîn hêsantir gihandinê.

Bolîvya

Komîte, derbarê parastina kêm û bêbandor li hember tolhildana li dijî jinên mexdûrên tundiya zayendî ya li edaletê digerin, pêşniyar kir ku ji bo Bolîvya di dozên tundiya nav malê de biryarên parastin û durxistinê bi rengekî biwext û bi bandor werin dayîn û bicîh anîn divê tedbîran bigre û daxwaz kir ku di rewşa ne pêkanîna biryaran bila cezayên guncaw pêkbinê. Komîte derbarê bi taybetî li deverên gundewarî de nebûna rêbazên kontrola ducaniyê ya nûjen ên erzan de, tekez kir ku divê hemû jin û keçên ji Bolîvyayê û bi taybetî jî jin û keçên gundewarî, bigihîjin rêbazên kontrolkirina nûjen ên ducaniyê.

Mongolya

Komîte destnîşan kir ku di pênc salên borî de çavderî kir ku li dijî jin û keçên ku di çarçoveya Qanûna Cezayê de tên darizandin de, tu dozên dadgehê yên cihêkariya nîne û wiha got:  “ Dibe ku ev yek nîşan bide ku pênaseya cihêkariyê gelekî teng e û barê îsbatkirinê li ser jinan barên pir giran in.” Komîteyê bang li Mongolya kir ku di warê giştî û taybet de ji bo qedexekirina hemû cûreyên cudakariya li dijî jin û keçan de, qanûnên berfireh ên dijî cudakarîyê derbixe.

Mexrib

Komîteyê fikarên xwe yên der barê Qanûna Cezayê ya welat ku jinên lezbiyen, bîseksuel, trans û interseksuel dixe xetera sûc de anî ziman. Bang li Mexrîbê kir ku ji bo pêşî li demxekerin û tundûtûjiyê bigire, betalkirina van bendên cudaxwaz ên Qanûna Cezayê gavên pêwîst bavêje. Ji ber ku dayikên nezewicî dema ku belgeyên jidayikbûnê tomar dikin û ji bo zarokên xwe serlêdana belgeyên din dikin bi xetereya darizandina têkiliya zayendiya derveyî zewacê tên. Komîteyê ji Mexrîbê xwest ku mafên parastina dayikên nezewicî ku bêtirs û bêdarizandin parastina mafê xwe û zarokên xwe, nas bike.

Namibya

Komîteyê fikarên xwe yên  derbarê zêdebûna tundiya zayendî ya civakî ku li dijî jinan ya di 2020’an de li Namîbyayê dema şewba COVID-19 ku bû sedema protestoyên giştî de, ragihand. Bang li Namîbyayê kir ku ji bo mijûlbûna bi giliyên tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî her navenda polîsan bi xwediyê efserên polîs ên bi taybetî hatine perwerde kirin pêkbine û ji bo jin û keçên ku mexdûrên tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî, biryarên parastinê yên bi bandor, stargeh û dermankirina derûnî peyda bike. Komîte derbarê wek nebûna xetkariya ji bo pejirandin û serêrastkirina pirojeyên cuda ji bo parastina mafên jinan yên wek Pêşnûmeya Qanûna Têkoşîna li dijî Tecawizê û  Guherîtinê û Têkoşîna li Dijî Tundiya Dinava Malbatê de, pêşniyar kir ku divê Namîbya pêvajoya qanûnî bilez bike û ji zayendiya civakî re nêzîkatiyek hestiyarî nîşan bide.

Portekîz

Komîteyê fikarên xwe yên li ser di dozên tundûtûjiya li ser bingeha zayendiya civakî de kêmbûna hevkarî û koordinasyona di navbera dadgehên malbatê û dadgehên cezayan de anî ziman. Komîteyê ji Portekîz re pêşniyar kir ku mekanîzmayek ku dê jin bêyî ku peyketina cezayî, karibin di dadgehên malbatê de li dijî hevjînên xwe yên tacîzkar serî li biryarên parastina sivîl û qanûnên bidin, avabikin. Komîteyê ku ev tesbît kir: “ Jin û keçên kêmendam yên li Portekîzê bi taybetî li dijî bi darê zorê siterw kirina ku di bin hinceta lênihêrîna tibî ya rewa de an li ser navê wan bi razîbûna kesên din de bê parastin in” bang li dewleta alî kir ku razîbûna tam, azad û agahdar a jinên kêmendam ji bo her destwerdanek an dermankirinek tibî misoger bike û di sektora tenduristiyê ya welat de standardên exlaqî yên bi rûmet û xweser garantî bike.

Tirkiyê

Komîte, jin jî di nav wan de jî sedî 20’ê dadger û dozgerên aktîfên di dema Rewşa Awarte de bi hinceta "têkiliya wan bi terorê re heye" ji kar hatin girtin, bi fikar bûye. Bang li Tirkiyê kir ku demildest hemû dadwerên ji kar hatine girtine vegerîne û lêpirsînên li ser tacîz, tirsandin û tolhildan ya li dijî dadger û dozgerên jin zutir bike. Komîte di heman demê de wiha got: "Parêzvanên mafên mirovan û çalakvanên jin ji ber ku gelek caran rastî girtin, êrişa fizîkî, gef, tirsandin, tacîz û cemidandina mal û milkan tên, bi fikar in." Bang li Tirkiyeyê kir ku bila parêzvanên mafên mirovan, parêzer û rojnamegerên jin bi awayekî azad xebatên xwe yên rewa bikin û wan ji tundî û tirsandinê biparêzin.

Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb

Komîteyê fikarên xwe yên derbarê gelek bendên Qanûna Statûya Kesane yên ku cihêkariyê li dijî jin û keçan dikin de, bi taybetî jî parastina qanûnî ya serwerisî ya mêran, berdewam kirina pirzewacê û hincetên sînordar ên hevberdanê yên ji jinan re hatinê pêşkeşkirin anî ziman. Pêşniyar kir ku bila dewleta alî, ji bo misogerkirina mafên wekhev ên jinan di zewac, têkiliyên malbatî, hevberdan, mal û milk û xwedîkirina zarokan de lekolînek qanûnî ya berfireh bike.

Werger: NuJINHA