Ji çar aliyên Kurdistanê berê xwe dan Newroza Qendîlê

Îsal jî ji çar aliyên Kurdistanê û welatên derve ji bo pîrozkirina Newrozê bi hezaran kesan berê xwe dan Qendîlê. Jinên beşdarî pîrozbahiyê bûn, anîn ziman ku îsal bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qad bi coş bûye.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Newroz cejna herî kevin û mezin a mirovatiya Rojhilata Navîn e. Ev cejn ji destpêkê ve li Kurdistanê hatiye pîrozkirin û li hemû dinyayê belav bûye. Ji bo gelê Kurd Newroz gelek girîng e. Her sal di biharê de çawa berfa li çiya dest bi helandinê dike, hêvî di dilê gelê Kurd de geş dibe. Pîrozkirina Newrozê merasîma herî girîng a gelê Kurd e. Newroz tê wateya ‘Evînê’ û rojek nû. Ji bo gelê Kurd 21’ê Adarê li gor meha Kurdî roja destpêka biharê ye, wek vejînek xwezayî ye. Tê zanîn ku di demên bûrî de çandek mezin a Newrozê heye û hemû merasîmên girîng di roja Newrozê de tên biencamkirin. Dîrokek wê ya dûr û dirêj heye û gelek dîrokzan dibêjin; desthilata Medan û gelê Kurd, gelek beriya zayînê û roja yekem a meha yekem, axa Kurdistanê ji destê Asûran rizgar kirine (Sala 612 Beriya Zayînê). Medan ev roj kirin cejn û navê wê kirin roja nû yan jî rojek nû. Li gor hinek dîrokzan û lêkolînerên dîrokê, ev merasîm dighê beriya 4 hezar salan.

Hinek dîrokzanên din jî dibêjin; Newroz dighê nûbûna xwezayê û bîngehê wê dighe ayînên weke Mîtra, Êzidî û Yarsanî.

Newroz û ayîna Mîtra

Gelek dîrokzan li ser wê baweriyê ne ku Newroz ji ayîna Mîtra ji bo gelê Kurd maye. Lê belê hinek lêkolîner di wê baweriyê de ne ku ev merasîm tu têkiliya xwe bi ayîna Mitra re nîne û tenê di nûbûna xwezayê de serçawe digre û tu têkiliya xwe bi tu ayînan nîne. Çawa ku piraniya merasîmên weke çileyên havîn û çileyên zivistanê, cejna Xerman, cejna Çandin ku merasîmên herî kevin ên Kurdan in, Newroz jî mîna wan cejnan gelek kevn e. Em dikarin bêjin ev cejn wek merasîmên din ên kevin ên Kurdan e ku di serdema Mîtra de girîngî dane.

Li tevahî bajarên Rojhilata Navîn her gelek li gor kevneşopiyên xwe cejna Newrozê pîroz dikin.

Rojhilatê Kurdistanê

Belgeyên dîrokî hene ku dibêjin di Îrana kevin de roja yekem a biharê wek Newroz pîroz kirine. Firdewsî û Selebî, Bîrûniyan, di nava xelkên di bin destê Împaratoriya Sasanî de behsa dîroka Newrozê kirine. Firdewsî, cilên Newrozê dibe ser Cemşîd li welatên Îranê. Newroz di sedsala 20’an de cejnek fermî ya serê sala Kurdî bû. Her çiqas Îranê tu deman bi fermî Newrozê qedexe nekiribe jî, Kurdên xwestin Newrozê bi irf û edetên xwe pîroz bikin rastî gelek astengiyan hatin.

Bakurê Kurdistanê

Li Tirkiyeyê cejna Newrozê demeke dirêj di sedsala 20’an de qedexe bû û Kurdan nedikarîn Newrozê pîroz bikin. Lê belê di sala 1990’an de dewletê pêşî bi navê Nevroz destûr da, di wê demê de nivîsa Newroz bi Kurdî qedexe bû. Mînak di sala 2007’an de şaredarek bajarê Kurdan ji ber ku di şûna Nevroz de Newroz dinvîsand, cezayê girtîgehê lê dihat birîn. Piştî sala 2000’an dema ku pîrozkirina Newrozê asayî bû, hê ev bi salan e hejmarek mirovên Kurd ji ber Newrozê pîroz kirine, tên girtin.

Başûrê Kurdistanê

Li Îraqê Newroz ne cejnek fermî bû û hikûmeta Bexdayê gelek caran hewl daye Newrozê qedexe bike. Lê belê Kurdên wî welatî di sedsala 20’an de Newroz pîroz kirin. Rewşenbîrên Kurd wek Pîremêrd hewl dane Newroz wek sembolek netewî zindî bibe. Piştî serhildana sala 1991’an li Başurê Kurdistanê Newroz bû cejneke fermî.

Rojavayê Kurdistanê

Li Sûriyeyê Newroz di sedsala 20’an de cejnek ne fermî bû. Tenê Kurdan pîroz kirin û her tim di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de bû. Di salên 2000’an de ku hikûmeta Beşar Esad ragihand bi şerta ku pîrozbahî nebe kombûnek siyasî, rê didin Kurdan ku Newrozê pîroz bikin. Lê belê di her pîrozbahiyê de bi dehan kes li Sûriyeyê birîndar bûn û hatin girtin.

Welatên din

Cejna Newrozê ji aliyê gelek dewlet û netewan ve tê pîrozkirin. Mînak Qazakîstan, Kirgizîstan, Tirkmenîstan û Gurcistan Newrozê pîroz dikin. Her wiha gelek xelkên Balkanan wek Sofiyan li Elbenya cejna Newrozê pîroz dikin.

Her sal Kurdên her çar aliyên Kurdistanê ji bo pîrozkirina cejna Newrozê berê xwe didin çiyayên Qendîlê. Her sal roja 20’ê Adarê li her çar aliyê Kurdistanê û derveyî welat welatî bi mebesta pêxistina agirê Newrozê berê xwe didin Bînarê Qendîlê. Pêxistina agirê Newrozê li Qendîlê ji bo Kurdperweran û azadîxwazan armancek mezin û pîroz e. Kurdperwer û azadîxwaz bi riya meşaleyan agirê Newrozê bi armanca azadî û destpêka nû ya xebatan vêdixin. Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê serdana herêmê dikin. Her wiha di nava wan de kesên biyanî jî hene. Ew jî bi mebesta dîtina merasîma vêxistina agirê Newrozê serdana Binarê Qendîlê dikin. Çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin û dirûşmeyên bi Kurdî, tên bihîstin. Pîrozbahî heta derengiya roja 21’ê Adarê berdewam dikin. Gel heta dereng li Binarên Qendîlê disekine. Jinên ji çar aliyên Kurdistanê beşdarî Newroza Qendîl bûne, hestên xwe bi me re parve kirin. 

‘Banga Aştiyê Newroz bi coş kiriye’

Sonya Smaîl ku ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe daye Binarê Qendîlê, wiha behsa cejna Newrozê li Qendîlê dike: “Her sal ji bo pîrozkirina cejna Newrozê ez têm Qendîlê. Divê em Kurd ji her çar aliyên Kurdistanê serdana Qendîlê bikin. Li Rojhilat, Rojava û her aliyên Kurdistanê cejna Newrozê tê pîrozkirin. Newroz îsal ji Newrozên salên din cûdatir e, ji ber banga Aştiyê Newroz bi coş bûye. Di nav de jin bi cil û bergên xwe yên netewî û bi alan û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ agirê Newrozê vêdixin.  Hêviya min ew e ku salên pêş me em di nav aştî û azadiyê de Newrozê pîroz bikin.”

‘Newroza 2725’an a Kurdî, Newroza serkeftina Rojhilata Navîn e’

Zelîxa Elî ku ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê bûye, da zanîn ku ev zêdeyî 10 sal in hertim li Qendîlê Newrozê pîroz dike û wiha got: “Newroza îsal dibe Newroza serkeftinê. Em Kurd her tim ji bo xebata xwe têdikoşîn. Armanca me serkeftin û gihîştina mafên xwe ye. Her sal ji bo pîrozkirina cejna Newrozê ez têm Qendîlê. Her tim bi meşaleya xwe diçim çiyayê Qendîlê û piştre cejna Newrozê pîroz dikim.”

‘Qendîl ji bo gelê Kurd cîhek pîroz e’

Wlatiya ji bajarê Qamişloyê Amîne Hisên da zanîn ku ev sê sal e ji bo pîrozkirina cejna Newrozê serdana Binarê Qendîlê dike û wiha got: “Qendîl ji bo gelê Kurd cîhek pîroz e. Her tim dergûşa berxwedana Kurdan e. Em Kurd li her cîhê Kurdistanê bi Qendîlê şanaz in. Her sal li Binarê Qendîlê cejna Newrozê tê pîrozkirin. Ev zêdeyî  3 salan e ez têm Qendîlê. Em hemû malbat bi coşek mezin xwe amade dikin. Li vir gel di 20-21’ê Adarê de serdan dike. Ez roja 21’ê Adarê têm, lê belê gelek çalakiyên hunerî tên lidarxistin û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Me bi kêf û coş guh da vê peyamê.  Bi şahî û govendê em Newrozê pîroz dikin.”

‘Ez Newrozê li Rêber Apo û hemû gerîlayên serê çiya pîroz dikim’

Cewahir Remezan Ezîz ku ji Çarqûrne beşdarî Newroza Qendîlê bûye, destnîşan kir ku her sal bi kelecan xwe amade dikin û tevî rewşa hewayê ya sar û baranê jî, berê xwe didin Qendîlê û wiha got: “Her sal ji bo pêxistina agirê Newrozê têm Qendîlê. Cîhê şanaziyê ye Kurd bikaribin li vir agirê Newrozê pêxin. Wek hemû cejnên din her sal ez amadekarî dikim. Niha tevî baran dibare jî Kurd bi coş in. Peyama Aştiyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat xwendin. Kurd her tim aştiyê dixwazin. Peyama aştiyê ji bo gelê Kurd cîhê şanazî û encama berxwedanê ye. Ez Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gerîlayên li serê çiya pîroz dikim.”

‘Rola girîng a jinan di cejna Newrozê de heye’

Stranbêj Şadî Xulmî ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi stranên xwe coş da Newroza Qendîlê û wiha got: “Beşdariya me ji bo Newroza îsal, erkê her kesek Kurd e. Wek stranbêjek min çend stran pêşkêşî Kurdên herêmê kir. Ez cejna Newrozê li tevahî Kurdan pîroz dikim. Bi taybetî li Qendîlê gelek pîroz e. Gelek welatî ji aliyên din ên Kurdistanê tên Qendîlê. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî navçeyên Kurdan, di 1’ê Adarê de dest bi pîrozkirinên cejna Newrozê dikin. Şahî û xweşî di nava hev de dibe. Jinan di pîrozkirina Newrozê de rolên girîng girtine ser milên xwe.”