Ji çalakvana jin ji bo Xezayê banga lezgîn
Çalakvana jin Rîm El Xewl destnîşan kir ku Zîvala Xezayê wek herêmek wêrankirî bê ragihandin, dê ji nû ve zagonên navdewletî bixe tevgerê, ev jî bibe sedem ku ji bo alîkariyên mirovî werin pêşkêşkirin.
REFÎF ISLAM
Xeza- Zîvala Xezayê ji ber şerê ku beriya salek û çend mehan destpê kiriye di gelek krîzan re derbas dibe. Sektorên tenduristî, civakî, binesazî, xwarin, avahîsazî, aborî, perwerde, çand û hwd hilweşiyane. Lewma jî girîng e ku Zîvala Xezayê wek herêmek wêrankirî were ragihandin da ku ji bo rêxistin û desteyên navneteweyî bi erka xwe rabin û tiştên ji bajêr mane rakin û bipêş bixin.
‘Hilweşîna binesaziyê bû sedema karesatên jîngehî’
Çalakvan Rîm El Xewl wiha got: “Artêşa Israîlê bi dijwarî êrişî binesazî û cihên tenduristiyê kir û bi zanebûn cihên dermanan şewitandin. Ji bo welatî jê sûd negirin her wiha derbaskirina cîhazên tibî û tankên dermanan û heta bi kefenan û xalên tenduristî jî qedexe kirin. Hilweşîna binesaziya herêmê bi sedema bombebarana berdewam dike, li ser torên seleban û bîrên avê û îstasyonên şêrînkirina avê her wiha rûxandina îstasyonên ji nû ve veguherandina ava tal, hişt ku karsetên tenduristî û jîngehî çêbibin."
‘Hejmara koçberên di kampan de zêde dibe’
Rîm El Xewl der barê avahiyên xelk lê dimînin de ragihand ku hêzên Israîlê nêzî ji sedî 85’ê avahiyan li sektora Xezayê rûxandine û wiha got: “Ev hemû, ji bilî herêmên wek sor bi nav kirine û welatî nikarin xwe bighînin malên xwe yên li wan deveran. Ev hemû bû encama zêdebûna koçberan a di kampan de. Îro kon binav dibin û cîhan bi riya televizyon û vîdyoyan vê yekê dibîne.”
‘Aboriya Xezayê têk çû’
Der barê rewşa aborî de jî Rîm El Xewl destnîşan kir ku piraniya welatiyên Xezayê di sîstema karkerên rojane de kar dikirin û di encama şer de karê xwe wenda kirin. Rîm El Xewl bal kişand ser van encamên aborî: “Nîvê din jî pirojeyên wan hebûne, lê belê bi êrîşên Israîlê yan jî êrîşên bejahî hatine rûxandin. Bi vê yekê aboriya Xezayê têk çû û pêwîstiya wê bi alîkariyê heye.”
‘Têkiliyên civakî nemane’
Der barê ewlehiya xwarinê ya li Xezayê de Rîm El Xewl got ku eger mirov bala xwe bide birçîbûna ku li Bakur û Başûrê Xezayê belav bûye, rewş zelal dibe û pêwîstiya wê bi nîqaşê tuneye. Rîm El Xewl diyar kir ku ji ber ewlehiya xwarinê ji beriya şerê li Xezayê tunebû, ji ber xizanî gelekî hebû û wiha berdewam kir: “Ev yek di raporên neteweyî yên der barê bajarê ji beriya 17 salan ve dorpêçkirî bû de, belgekirî bû. Ev rewşa heyî ne tenê hevgirtina civakî xirab kir, ew heland jî. Têkiliyên civakî nemane, her wiha piştgiriya malbatan ji xelkên xwe re di nav hev de jî nemaye. Rewşa jihevdûrketinê zêde bûye."
‘Li Xezayê mîrasa çandî nemaye’
Rîm El Xewl behsa rewşa çand û perwerdeyê jî kir û wiha got: "Dibistan û zanîngeh ji beriya zêdetirî salekê ve hatine girtin. Rê jî tuneye vebin. Ji ber ku herêmeke mirovî ya bi ewle tuneye. Piraniya pirtûkxaneyên zanîngehan hatine talankirin. Ji ber wê jî, mîrasa çandî li Xezayê bi temamî rûxiyaye û vegeriya xala beriya sifrê."
‘Bila Xeza wek herêmek wêrankirî bê îlankirin’
Rîm El Xewl destnîşan kir ku ger Xeza wek herêmek wêrankirî were îlankirin, dê bi xwe re planeke destwerdanê bîne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Wê bi riya sindoqên hevbeş pere werin komkirin. Her wiha dê bernameyên pereyan di wezareta pêşxistinê de bi riya bangên yekbûyî ji sindoqên hevkariyên navdewletî re werin xurtkirin û sûd ji sindoqa navdewletî ya taybet, bi komeleya Heyva Sor a Filistînê were girtin."