Ji bo Zagona Rewşa Kesane têkoşîna hevpar a jinan didome

Li dijî guherînên ku tê xwestin di Zagona Rewşa Kesane de werin kirin, têkoşîna parêzvanên mafên jinan didome. Jin diyar dikin ku divê zagon neyê guhertin û ew ê têkoşîna xwe ya jib o parastina mafên jinan bidomînin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Ji bo teklîfa guherîna di Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê ku di sala 1959’an de hatiye derxistin di 24’ê Tîrmehê de pêşkêşî parlamentoryê hat kirin. Rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl li dijî guherînê koalîsyona 188’an ava kirin.

Koalîsyona 188, bi çalakiyên ku dikin hewl didin ji raya giştî re ragihînin ku guherîna zagonê dê bandorên neyînî li ser mafên jinan bike û zextê li parlamentoyê bikin. Koalîsyon, di heman demê de dixebite ku li ser vê zagonê di Parlamentoyê Ewropayê de hevdîtin çêbibe.

Yek ji endamên Koalîsyona 188 a Silêmaniyê, Bahar Munzir, li ser bandorên li ser mafên jinan, bi guherîna Zagona Rewşa Kesane çêbibin nirxandin kir.

‘Parêzvanên mafên jinan têkoşîna xwe didomînin’

Bahar Munzir, diyar kir ku li Iraqê û herêma Kurdistanê, ji ber guherîna ku tê xwestin di zagonê de çêbibe, civak, parlamenter û aktivîst nerazî ne û wiha got: “Parêzvanên mafên jinan, ji ber ku li dijî vê zagonê ne, rastî gelek zehmetiyan tên û ev rewş, xebatên aktivîstan asteng dike lê parêzvanên mafên jinan, ji bo ev teklîf paşve were kişandin têkoşîna xwe didomînin.”

Bahar Munzir, da zanîn ku ji bo bandorên neyînî yên ji ber binpêkirina mafên jinan çêbûne nîşan bidin, platformek ava kirine û wiha domand: "Me Tora Parêzvanên Mafên Jinan ava kir. Armanca tora me ew e ku, ji bo dengê parêzvanên mafên jinan bide bihîstin û di vê mijarê de ji welatên cîhanê re raporan bişîne bibe navbeynkar. Ev hewldan, ji bo parastina mafên jinan ên bingehîn gaveke girîng e.”

Parastina mafên jinan û berxwedan

Parêzvanên mafên jinan, ji bo rewşa jinên li Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê baş bikin, hewldanên girîng dikin. Di encama serlêdanên ji Parlamentoya Ewropayê re, bi biryarên ku di 10’ê Mijdara 2024’an de hatin girtin, te alınan kararlar, armanc ew e mafên jinên Iraqê bikevin bin temînatê. Parlamentoya Ewropayê, bal kişandiye ku divê Zagona Rewşa Kesane li dijî jin û zarokan cudakariyê di nava xwe de nehewîne.

Bahar Munzir, got ku Koalîsyona 188, ji bo têkoşîna parêzvanên mafên jinan a li dijî vê zagonê ji Parlamentoya Ewropayê re ragihîne, bi zimanên cuda peyaman şandine û wiha got: “Parlamentoya Ewropayê, pişgiriya xwe ya ji bo parêzvanên mafên jinan û tevgerên gel vekirî diyar kiriye û bal kişandiye ku divê ev têkoşîn bidome.”

Bahar Munzir herî dawî got: "Weke parêzvanên mafên jinan ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, em daxwaz dikin ku teklîfa ji bo guherîna zagonê paşve were kişandin. Em ê heta dawî mafên jin û zarokan biparêzin."