Ji bo Yemena li ber xelayê ye banga çalakiyên lezgîn

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku Yemen li ber xelaya ku heta niha mînakên wê tune ve diçe, bang kir ku ji bo pêşî li felaketa herî xirab a di dîroka nûjen de were girtin, li qada navneteweyî çalakiyên lezgîn werin destpêkirin.

Yemen – Li Yemenê şerê ku bi salan e didome bû sedema hilweşîna binesaziyê, zêdebûna xizanî û bêkariyê. Bi vê yekê re girêdayî krîza tunebûna xurek av û xizmetên tendirustiyê her diçe dijwartir dibe.

Neteweyên Yekbûyî, 12’ê Tebaxê roja Sêşemê bi daxuyaniyek diyar kir ku di ewlehiya xurekê de rewşeke xirab a ku heta niha nehatiye dîtin heye û welat ber bi xelayê ve diçe. NY’ê ji bo pêşgirtina felaketê li qada giştî ya navneteweyî banga çalakiyên lezgîn kir.

Ji aliyê Dîrektorê Beşa Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY’ê (OCHA) di agahdariya ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY’ê ve ev agahî hatin dayîn

“Li Yemenê xela nêz dibe. Ger civaka navneteweyî niha bikeve tevgerê, bi zêdebûna fonên alîkariya mirovî dikare di demê de bigihîje komên ku bêparastin in.”

Her wiha bal kişand ku li Yemenê êdî ewlehiya xurekê nemaye û bi vê yekê li cîhanê bûye yek ji welatên ku ber bi xelayê ve diçe.

Ji 17 milyonî zêdetir mirov birçî ne

Li gorî daneyên NY’ê li Yemenê niha ji 17 milyonî zêdetir mirov birçî ne, zarokên temenê wan di biniya 5 salan de ye nîvê wan birçî ne. Ji ber ku pergala tendirustiyê bi temamî tune bûye, van zarokan bi xetera neweşiyên şewbê re rûbirû ne.

Rayedarê NY’ê ragihand ku di nirxandina qadê ya meha Tîrmehê de, tesbît bûye ku li kampa li navçeya Abis a bajarê Hacceyê ku kesên ji cihên xwe bûne lê dimînin, ji ber birçîbûna ku her diçe zêde dibe û bêdengiyê, gelek zarokan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha got ku ev rewşeke îstîsna nîn e, li tevahiya welat bi hezaran malbat di vê rewşê de ne.

Alîkarî nabin çareserî

Rayedarê NY’ê bal kişand ku alîkariyên mirovî yên baş pêşî li mirinê digirn lê çareseriya daîmî bi xwe re naynin û diyar kir ku heta çareseriyek berfireh neyê dîtin dê şîdet û çerxa hilweşîna aborî bidome, krîzên li Yemenê her biçe mezintir bibin.

Van hişyariyan nîşan didin ku Yemen li herêmê di nava krîza herî demdirêj de ye. Ji ber şerê ku zêdetirî hest salan e didome, binesazî tune bûye, xizanî û bêkarî zêdetir bûye, xurek, av û xizmetên tendirustiyê, bi awayê ku tu mînakên wan tune ne kêm dibin.