Ji bo xweparastinê 24 sal cezayê girtîgehê!

Rûniştina doza Mewlûdê Akgun a ku li dijî tundiya bi pergalî ya Ahmet Akgun mafê xwe parastinê bikar anî û wî kuşt, dewam kir.

Navenda Nûçeyan – Rûniştina doza Mewlûdê Akgun a 76 salî ku li dijî tundiya bi pergalî ya Ahmet Akgun mafê xwe parastinê bikar anî û wî kuşt, dewam kir. Di 7'emîn danişîna doza Mewlûde Akgun a ku bi îdiaya "Bi zanebûn hevjîna xwe kuştiye" li 33'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê darizandin, biryar hat dayîn.

Parastina dawî dê bê girtin

Di rûniştina ku piştî tespîta nasnameyan destpê kir de, dozgeriyê der barê esasê de nêrîna xwe eşkere kir. Di îdiaya ku tê xwestin cezayê muebbetê bê girankirin de, hat destnîşankirin ku Mewlûdê Akgun ev kiryar di bin "tehrîka neheq" de kiriye. Hat xwestin ku ji 18 salan heta 24 salan cezayê hepsê li Mewlûdê Akgun bê birîn û girtina wê berdewam bike. Heyeta dadgehê ji bo parastina dawîn rûniştina dozê taloqî 20'ê Cotmeha 2022'an kir.

Çi qewimî bû?

Mewlûde Akgun a 76 salî ku li navçeya Mamakê ya Enqereyê dijî, neçar ma Ahmet Akgun ê ku di 14'ê Çileya 2021'an de tundî li wî kiribû bikuje. Mewlûde Akgun a ku hat girtin şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê.