Ji bo salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ piştevaniya greva giştî

Banga grevên giştî ku bi boneya duyemîn salvegera serhildana li Îranê ku bi qetilkirina Jîna Emîn re destpêkir were li darxistin hat îlankirin, ji gelek beşan û rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyên piştevaniyê hat.

Navenda Nûçeyan- Partiyên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên mafê mirovan bi boneya salvegera duyemîn ya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Tahranê ji aliyê polîsên exlaqê ve destpê kirî, ji bo 16’ê Îlonê banga greva giştî kir. Gelek rêxistin û civak bi daxuyaniyê diyarkirin ku wê beşdarî greva giştî bibin û banga mezinkirina grevê kirin.

Dayîkên Edaletê ên Kurdistanê daxuyanî dan û gotin: “16’ê Îlonê salvegera şahadeta Jîna Emînî ye û destpêka şoreşek mezin ku heskirî û zarokên me ji bo serkeftinê canê xwe feda kirine. Di arîfeya salvegera duyem ya destpêka şoreşê û şahadeta gelê Kurd de, em  piştevaniyê didin banga aktivîstên sivîl ya ji bo greva giştî , em bang dikin ku hemû malbat hev hembêz bikin û serdana goristanên heskiriyên xwe bikin. Em ji gelê Kurd dixwazin di roja 16’ê Îlonê de bimînin di mal de û neçin ser kar û firoşgeh û marketan bigrin.”

Banga greva giştî

20 rêxistinên civaka sivîl di daxuyaniya hevpar ya dayin de ragihand ku wê piştevaniyê bidin çalakiyên greva giştî. Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hate gotin: “Ji roja Jîna Emîn hatî qetilkirin heta niha  Rojhilatê Kurdistan û Îran di asta herî bilind de rû bi rûyî binpêkirinên mafê mirovan e. Girtinên kêfî, îşkence ,înfaz û zexta sîstematîk bûye pêkanîna giştî ya teşkîlata ewlehiya hikumeta Îranê. Tevî navnetewî şermezar dike jî, rayedarên Îranê li dijî Kurdan û dengên muxalîfên din zextek bê eman berdewam dike. Li beramberî vê rewşê pêwîstî bi çalakî û seknek hevpar heye! Di arîfeya salvegera duyem ya qetilkirina Jîna Emînî de, di nava welat de aktîvîstên sivîl û mafê mirovan bang kirin ku wê di roja 16’ê Îlona 2024’an de li giştî Rojhilatê Kurdistanê greva giştî li darbixin. Em weke rêxistinên mafê sivîl û mirovan ên ku li xwarê hatî rêzakirin, piştevaniya vê bangê dikin. Em bang dikin ku hemû beşên civaka Îran û Kurdistanê  bi seknek sivîl û aştiyane beşdarî greva giştî ya were li darxistin bibin. Di heman demê de em bang li civaka navnetewî dikin ku hê zêdetir balê bidin ser binpêkirinên mafê mirovan ên li Îranê li beramber mirovên Kurd tên pêkanîn.”