Ji bo rojnamevan Evîn Buldan merasîma bîranînê
Evîn Buldan a pênc sal berê di encama qeyîrana dil de jiyana xwe ji dest dayî li ser gora xwe hat bîranîn.
Colemêrg - Edîtora rojnameya Azadiya Welat û Rojeva Medya rojnamevan Evîn Bûldan a 2’ê Nîsana 2017’an li Amedê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ve li ser gora Evîn a li Goristana Bajêrgê ya navçeya Gevera Colemêrgê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî, rojnamevan û xizmên wê tevli bîranînê bûn. Bav û dayika Evînê ji ber ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn, tevlî merasîma bîranînê nebûn.
“Emê xeyalên Evînê pêk bînin”
Hempîşeyên Evînê gotin: “Emê ji bo pêkanîna xeyalên Evînê nesekinin. Emê timî meşaleya Musa Anter, Gurbetelli Ersoz û şehîdên dinê yên çapemeniyê vêxistî timî geş bikin. Çapemeniya azad a kurd tu demê li dijî zext, tundî, kuştin, girtin û bomeberana paş de gav neavêtiye û ew ê di şexsê Evînê de hemû cangoriyên çapemeniya azad bibîr tînin.”
Piştî axaftinan bîranîn bi danîna qerenfilan ser gora Evînê bi dawî bû.