‘Ji bo pêvajo bigihîje serkeftinê divê mafê hêviyê pêk were’
Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Ayşe Cavîş, banga Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” weke kilîta çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pênase kir bal kişand ku ji bo pêvajoya aştiyê bigihîje serkeftinê divê “mafê hêviyê”

NÛR EL EHMED
Reqa – 9’ê Cotmeha 1998’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployekê navnetewî ji Sûriyeyê derket û û 15’ê Sibata 1999’an li Naîrobiyê dîl hat girtin. Ji dema ku hat girtin ve heta niha di bin tecrîdeke giran de ma; hevdîtina bi parêzer û malbatê re hat astengkirin. Li gel hemû zextan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe ya "Aştî û Civaka Demokratîk" di 27’ê Sibata 2024’an de deriyê çareserî û diyalogê vekir. Lê Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê tu gav neavêtiye û hîn jî "mafê hêviyê" ji Abdullah Ocalan re nehatiye dayîn.
Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Reqayê Ayşe Cavîş, diyar kir ku komplo ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye plankirin û bi girtina Abdullah Ocalan gihîştiye encamê. Ayşe Cavîş got: “Piştî ku Tirkiyeyê gefan li Sûriyeyê xwar, Abdullah Ocalan neçar ma ji Sûriyeyê derbikeve û ji bo riya çareseriyê veke çû Ewropayê. Dema ku xwest biçe Yewnanistanê 15’ê Sibata 1999’an li paytexta Kenya da Kenya Nairobiyê di encama komploya navneteweyî de hat girtin.”
Ayşe Cavîş diyar kir ku armanc ew bû ku pêşê li fikrên Ocalan bigrin û wiha domand: “Ji ber ku ramanên wî bi pergalên hegemonya û kapîtalîst re li hev nakin, bi armanca pêşîgirtina fikrên wî xwestin pêşî lê bigrin û ji ber wê bi komployeke navneteweyî hat girtin. 27 sal in di bin tecrîdeke giran de ye; bi salan pênûs jî nedanê, ji bo ku ramanên xwe nenivîsîne. Ev yek binpekirina mafên mirovan e. Kesên ku temenê wan dibe 70 salî û ji 20 salan zêdetir di girtîgehê de bin, li gorî bendên heyî divê werin berdan lê Ocalan hê jî li Îmraliyê girtî ye.”
Ayşe Cavîş, diyar kir ku tevî gelek rêxistinên civakî mirovî û hewldanên siyasî, ji bo azadiya Ocalan kampanyayên îmzeyan li dar xistine û daxuyaniyan dane jî ev daxwaza ji nedîtîve hatine dîtin.
‘Dewleta Tirk di dosyaya Ocalan de tu gaveke cidî navêt’
Ayşe Cavîş li ser banga Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” wiha got: “Vî bangê ne tenê li herêmê, li cîhanê dengvedanek çêkir. Ocalan meseleya Kurd û avakirina civaka demokratîk ji nû ve anî rojevê. Bi vê bangê çareseriyên siyasî pêşniyar kir. Rêxistina PKK’ê hat feshkirin, komîteya şopandinê hat avakirin lê ji aliyê Tirkiyeyê ve tu gaveke cidî nehat avêtin.”
Ayşe Cavîş, bal kişand ku banga Ocalan pir berfireh e û wiha domand: “Di peyamên xwe de ne tenê li civaka Kurd, bang li gelên Sûriyeyê kir, diyar kir ku bi çareseriyên hiqûqî û siyasî edaleta civakî dikare were avakirin lewre pirsgirêkên civakî û dîrokî ne bi çekan, li ser binehên zagonî dikare were çareserkirin.”
Ocalan bi peyamên xwe balê dikşîne ser girîngiya hevgirtina civakî
Ayşe Cavîş, bal kişand ku Ocalan bi peyamên xwe tu aliyên civakî ji derve nehiştiye û wiha berdewam kir: “Bi banga aştiyê re, ji êlên Ereb re peyama yekîtiyê şand; ji bo jinan bi wesîleya 8’ê Adarê bang kir; ji Akademiya Jineolojiyê, ciwanan, zarokan û civaka Êzidî ya di sala 2014’an de rastî komkujî qirkirinê hat re peyaman şand. Ev hemû nîşan didin ku Ocalan çendî girîngî dide hevgirtina civakî û yekîtiya demokratîk.”
Ayşe Cavîş diyar kir ku peyamên Ocalan ên ji bo jinan, hêza wan mezin kiriye û got: “Li herêmê piştî banga Ocalan guherînên girîng çêbûn. Rola jinan a pêşeng div ê pêvajoyê de zêdetir diyar bû. îradeya jinan a ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê derket holê û îsbat bû dê ji bo serkeftina vê pêvajoyê bibe hêzeke diyarker.”
Ayşe Cavîş bi peyama ji Abdullah Ocalan re axaftina xwe bi dawî kir: “Di vê salvegera bi êş de em dibêjin ku bi fikrên te em azad bûn. Ji bo em layiqê fedakariyên te bin, em ê her dem bixebitin, tu carî dest ji têkoşînê bernedin. Ji bo azadiya te ya fizîkî çêbibe û ev pêvajo bi serkeftî bi encam bibe, em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”