Ji bo pênaberan banga jiyaneke bi rûmet

Meclîsa Koçê û Penaberan a HDP’ê, Komîsyona Penaberan û Koçberan a HDP û Tevgera Jinên Azad bi wesîleya 20’ê Hezîranê ya roja Penaberan a Cîhanî daxûyanî dan û ji bo penaberan daxwaza jiyanekê bi rûmet kirin.

Navenda Nûçeyan - Meclîsa Koçê û Penaberan a HDP’ê, Komîsyona Penaberan û Koçberan a HDP û Tevgera Jinên Azad bi wesîleya 20’ê Hezîranê ya roja Penaberan a Cîhanî daxûyanî weşandin.

HDK û HDP'ê, di daxuyaniya xwe ya hevpar a bi sernivîsa “Em ji bo penaberan jiyanekê bi rûmet û bi ewle diparêzin” de diyar kirin ku di seriya 5 û 7 milyonan de penaber neketine asta penaberiyê. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li seranserê cîhanê rêjeya penaberan a di sala 2021’an de 89,3 milyon bû, bi şerê Ûkrayna û Rûsyayê hejmara penaberan li dinyayê derketiye 100 milyonî.

Di daxûyaniyê de wiha hate gotin;

"Li Tirkiyeyê jiyana penaberên ku nikarin xwe bigihînin mafê xwe yê herî bingehîn di bin gefê de ye û timik li ser bazarî tê kirin. Tirkiye penaberan li dijî Yekitiya Ewropayê weke koz û li Sûriye û Rojhilata Navîn ji bo polîtîkayên xwe yên belavbûnê bi kar tîne. Penaber di çapameniyê de ji aliye esnafên siyasetê ve weke sûcdar û hedef tên nîşandan. Weke li her dera dinyayê Tirkiye jî valahiyên qanûnî bi kar tîne, penaber biçûk dibe û dika amûra polîtîkayên xwe yên dijminatiya li biyaniyan. Bi vê sûc dike. Danezana Wezareta Karên Hundir a dawî jî vê xetê bêtir tûnd dike û berhema dijminatiya li biyaniyan e. 

Em ê li dijî kampanyaya nefretê têbikoşin

Desthilata ku penaberan li dijî Ewropayê penaberan weke koza siyasî û aborî bi kar anî, li pey pêşxistina tecrîd û polîtîkayên dijminatiyê ye. Tiştên ku 30 sal berê anî serî gundên ku bi darê zorê ji gundên wan da koçkirin niha dixwaze bîne serê penaberên sûriyeyî, afganî û pakistanî. Ev jî ne tesaduf e. Desthilata AKP-MHP'ê ku di ser "Ewlehiya Jinan" de penaberan dikin hedef. Em ê li dijî vê kampanyaya nefretê têbikoşin. Rewşa penaber û koçê nikare bi pirsgirêka ewlehiyê bê aşkerakirin û radestî Wezareta Karên Hundir bê kirin. Bi rêxistinbûneke berfirehî divê Wezareta Koçê bê avakirin."

Di dawiya daxuyaniya xwe de HDK û HDP'ê ji bo ewlehiya penaberan û jiyaneke birûmet banga têkoşîn û piştevaniyê kirin. 

Jin û zarokên keç rastî tundiyê tên

TJA jî di daxûyaniya xwe de bal lê kişand ku yek ji heremên ku ji ber ewlehiyê neçar dimînin ku ji heremên pevçûn lê tê jiyîn derbikevin xaka Kurdistanê ye. Di daxûyaniyê de wiha hat gotin; “Di sala 2011’an de li Sûrî bi destpêkirina şerê navxweyî, bi êrişên DAIŞ’ê yê li ser axa Kurdistanê re Kurdistan û Tirkiyê rastî pêlek koçberiyê hatiye. Îro li tevahî cîhanê di rêjeya penaberiyê de blindbûnek pir mezin heye.” Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku yên herî zêde rastî binpêkirin û tundiyê tên jin û zarokên keç in û bal lê hat kişandin ku nîvê penaber û koçberan jin û zarokên keç in û ew jî bi awayekê cidî rastî tûndiyê tên.