Ji bo parêzvana mafan Buket Ozgunlu 4 sal cezayê girtîgehê hat xwestin

Li Rihayê bi îdiaya ‘har in’ 35 kuçikên nexweş hatibûn desteserkirin. Der barê parêzvanê mafên mirovan Buket Ozgunlu de ku ji bo dermankirinê kuçikan sewqî Enqereyê kiribû bi daxwaza 4 sal cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin.

Navenda Nûçeyan – Derbarê Serokê Komeleya Paws Holding to Life Buket Ozgunlu û Muhammed Savaş Demir ên ku ji ber kûçikên ji penageha li navçeya Sêwregê ya Rihayê birin û ji bo tedawî û lênêrînê wan anîn Enqereyê, doz hat vekirin.

Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin ji aliyê 38’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Enqereyê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo Buket Ozgunlu û Muhammed Savaş Demîr bi îdiaya "Tedbîrên der barê nexweşiyên şewbê binpê kirine" û "îşkence li xwediyê heywanê kirine" heta cezayê girtîgehê yê heya 4 salan hat xwestin. Buket Ozgunlu ya ku îfadeyên wê di îdianameyê de cih digire, diyar kir ku wê bi erêkirina berpirsên şaredariyê kûçikan girtiye û wiha got: "Eger kûçik har bûna, tiştekî wiha nedihat qebûlkirin."

Piştî ku Buket Ozgunlu 35 kûçikên nexweş ji stargeha ajalan a şaredariya Sêwregê ya Rihayê sewqî Enqereyê kir, di hin hesabên medyaya dîjîtal de hat îdiakirin ku " Kuçikên li herêma ku biryara karantînaya keşfê lê heye hatiye binpêkirin". Li ser vê yekê Walîtiya Enqereyê ragihand ku der barê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li ser vê yekê Buket Ozgunlu ya ku kûçikan girtibû û xebatkarê komeleyê Muhammed Savaş Demîr hatin binçavkirin. Buket Ozgunlu piştre hat girtin. Şaredariya Rihayê jî îdiaya harbûnê red kir û ragihand ku wan bi raporekê kuçik radestî Buket Ozgunlu kirine.