Ji bo mexdûrên erdhejê bi navê ‘Hana’ kampanya alîkariyê hat destpêkirin

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariyê ya bi navê Hana ji bo komkirina alîkariya ji bo mexdûrên erdeheja li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin.

Silêmanî - Piştgiriya ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe. Li Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê kampanya komkirina alîkariyê ya bi navê Hana hate destpêkirin.

Di kampanyaya alîkariyê de piranî alavên germkirinê û şîr ji bo sermayê tên komkirin. Wê kampanya di saet 9’ê sibehê destpê bike heta 5’ê êvarê wê vekirî be û wê heta 7 roj din ev kampanya berdewam bike û daxwaz tê kirin ku hemû xelkê Başûrê Kurdistanê û bi taybet xelkê bajarê Silêmanî ji bo alîkariyê bejdarî kampanayê bibin.

Banga beşdarbûna kampanyayê

Çalakvan Şûnya Ehmed ku bejdarî kampanya komkirin alîkariya ji bo mexdûrên erdeheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bûye wiha got: “Me ev kampanya ji bo ew kesên ku bûne mexdûrên erdejê daye destpêkirin, eve karesetek ji bo me Kurdan ciniqîne, em bi xw eli beramberî gelê meyê Bakûr û Rojava berpirsyar dibînin û ev kampanya me wê 7 rojan berdewam bike û ew alîkariya ku em bigîhinin destê mexdûrên erdehejê batanî, amêrên germkirin, şîr û dabinkirina pêdawistiyên sereke ne. Divê em weke gelê Kurd alîkariya hevdû bikin, ji ber em hemû Kurdên yek parçeyê ne, em daxwazê ji gelê Kurd dikin ku bi rêya vê kampanayayê bejdarî alîkarîkirinê bibin.”