Ji bo komkujiyên jêrzemînên Cizîra Botanê çalakiya bîranînê

177 kesên pêvajoya qedexeya derketina kolanan di jêrzemînên Cizîra Botanê de hatin qetilkirin li Cizîrê hatin bîranîn.

 

Şirnex - Ji bo 177 kesên di 3 jêrzemînên li Taxa Cudî ya navçeya Cizîra Botanê ya Şirnexê de ku di dema qedexeya derketina kolanan a 14’ê Kanûna 2015’an hatin îlan kirin û dom dikir de asê mabûn û bi şewitandinê hatibûn qetilkirin, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Malbatên kesên hatin qetilkirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk û gelek welatî beşdarî merasîma bîranînê ya li avahiya HDP’a Cizîrê hate li darxistin bûn. Li eywana ku bîranîn lê hate li darxistin pankarta navên kesên ku hatin qetilkirin û nivîsa “Lehengên Cizîra Botan” li ser dinivîsî hat daliqandin.  
"Em vê qet ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin"
Hevseroka HDP’a Cîzirê Zîlan Ecevît a di bîranînê de got: “Bi sedan hevalên me li pêş çavên hemû cîhanê hatin qetilkirin. Em vê qet ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. Çawa ku wan mirovên me gotin ‘çi dibe bila bibe em çokan nadeynin’ em jî soz didin wan çi dibe bila bibe em ê tu car çokan nedeynin.”
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî wiha axivî: “Heta ku mirovên azadiyê dixwazin hebin, wê doza kesên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane jî bidome.” Çalakiya bîranînê bi sînevîzyona ji bo kesên di jêrzemînên wehşetê de jiyana xwe ji dest dan hatibû amedekirin hat nîşandan û dayîna mewludê dawî bû.