‘Ji bo Gulfer Akkaya û hemû ên tên darizîn biryara beraatê hikum bikin’

Jinên Elewî 17+ bang li heyeta dadgehê kir ku wê di 17’ê Nîsanê biryara Doza Kobanê bide û got: “Di doza ku wê bibe malê dîrokê de biryara ku bibe sedemê şermê îmza nekin, ji bo Gulfer Akkaya û hemû ên tên darizîn; biryara beraatê hikum bikin.”

Navenda Nûçeyan- Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin,li bendêne di 17’ê Nîsanê de biryara Doza Kobanê were eşkere kirin. Yek ji dozê tê darizandin endama Jinên Elewî 17+, siyasetmedar û nîvîskar Gulfer Akkaya ye.

‘Vê carê xebatên jinan û Elewîtî suc hate hesibandin’

Jinên Elewî 17+ ji bo Gulfer Akkaya daxuyaniya niviskî bi sernavê ‘Ne sûce’ da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li dijî barbartiya DAÎŞ, gel bi rêyên demokratîk tweetek ku banga îtîrazê tê kirin, doza Kobanê hate înşakirin, derbarê hevala me Gulfer Akkaya  di dema dozê de tu sûcek nehatî dîtin de, vê carê xebatê jin û Elewtiyê jêre weke sûc dît, di çarçoveya doza Kobanê de tê darizandin û tê xwestin were cezakirin.”

Di daxuayniyê de hate destnîşan kirin ku di zagona suc û ceza de li gorarêbazan tu kes ji ber sûcek ku ne sûce nayê cezakirin û wiha hate gotin: “Elewîtî û di Elewitiyê de xebatên jinan ne sûce, darizandin esas girt û rê li ber tu kes were cezakirin naveke. Gulfer Akkaya di dema darizandinê de ji avakirina komarê heta niha bal kişandiye ser pirsgirêkên Elewî û jinan jiyan kirine, ev sûcên ku lê tê kirin bi temamî vale hatiye derxistin.”

‘Li gor hiqûqê tevbigerin û biryarên edalen bidin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dadgeh hewl dide lêkolînên Gulfer Akkaya yê derbarê Elewitiyê de û xebatên jinan bi darizandinê krîmînale bike û di civakê de hewl dide û Elewitiyê ne rewa bike û ev tişt hate gotin:

“Ev bi sedsalane Elewiyên ku rastî cihêkariya vekirî hatine, sucên li dijî Elewitiyê tê kirin û qetliam bi awayek edlî nayên darizandin. Heta rastî dem boriyê tînin û ji derveyî ser de derbaskirinê, vê carê jî bi qenala daraza Elewitiyê hewl didin bixin sûc. Elewitî û hebûna Elewiyan ne sûc e, em destur nedin bibe sûc! Destpêkê em bang li Elewî û bi taybet jinên Elewî, li Tirkiye hemwelatiya wekhev, azadî û hemû canên me yên sûdê dide parastina mafê mirovan xwedî li Gulfer û nûnerên têkoşîna demokrasiyê divê doza bê bingeh de tê darizandin derbikevin û em vedxîwînin piştevaniyê.”

Di 17’ê Nîsanê de heyeta dadgehê di doza ku wê bibe malê dîrokê de biryara ku bibe sedemê şermê îmza nekin, ji bo Gulfer Akkaya û hemû ên tên darizandin; Li gor hiqûqê tevbigerin! Biryara edlane bidin! biryara beraatê hikum bikin.”