Ji bo girtiyên nexweş 11 meh in di nobetê de ne

Xizmên girtiyan ku 11 meh in bi daxwaza edaletê nobetê didomînin, diyar kirin ku ji bo berdana girtiyên nexweş dê li hundir û li derve têkoşîna xwe bidomînin”.

Amed –  Xizmên girtiyan ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tê jiyîn û ne berdana girtiyên nexweş û berdana wan hatiye taloqkirina, 315 roj in li ber Edliye, Girtîgeh û Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê daxwazên xwe yên edaletê diqîrin. Xizmên girtiyan îro li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hatin cem hev. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) jî piştgirî dan çalakiya malbatan. 

 “Em ê li hundir û li derve têkoşîn bikin”

Yek ji xizmên girtiyan Încî Guler di çalakiyê de axivî, diyar kir ku 11 meh in li edaletê digerin û wiha got: "Devlet Bahçelî, Wezîrê Edaletê û Erdogan bi qanûnên ku derdixin, tenê alîgirên xwe berdidin, zarokên me nayên berdan. Em ê li her derê şopdarê mafên zarokên xwe bin, em ê li her qadê li ber xwe bidin. Em ê li ser şopa wan bimeşin û li pey doza wan bin. Îro zarokên me her çendî tiştekî xerab nekiribin jî di nava çar dîwaran de girtî ne. Kesê zirarê didin civakê û karên xirab dikin tev tên berdan. Lê zarokên me bernadin. Em ji Wezareta Dadê re dibêjin bi qanûnên ku we derxistiye tê lîstin, 30 sal ceza li wan hatiye birîn û cezayê wan qediyaye jî zarokên me nayên berdan, di girtîgehê de zagonên nû çêdikin. Em vê yekê qebûl nakin. Zarokên me li hundir û em weke malbat li derve li ber xwe didin."

Bang li malbatên girtiyan kirin

 

Încî Guler wiha bang li malbatên girtiyan kir û wiha axivî: “Banga me ji bo hemû malbatên girtiyan ew e ku bibin dengê zarokên xwe. Bila li hemberî qanûnên li dijî wan hatine derxistin derkevin. Ez jî yek ji xizmên girtiyan im. Divê birayê min berdin lê bernadin. Tu girtiyekî nexweş nayê berdan.” 

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq, edalet” û bi çepikan bi dawî bû.