Ji bo êrişa Moskowê şîna netewî hat îlankirin

Hejmara kesên di êrişa li paytexta Rûsya Moskowê ku DAIŞ girtî ser xwe de jiyana xwe ji dest dane bû 133. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, ji ber êrişê ragihand ku îro weke roja netewî ya şînê îlan kiriye.

Navenda Nûçeyan- Li paytexta Rûsyayê Moskowê şeva 22’ê Adarê li salona bi navê "Crocus City Hall" di êrişa ku DAIŞ girtî ser xwe de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Di daxuyaniya ji aliyê Komîsyona lêpirsinê ya Rûsyayê ve hatî dayîn de, diyarkir ku tîm di xebatên xirbeyan de gihane hê zêdetir cenazeyan û di daxuyaniyê de ev tişt got: “Hejmara kesên di êrişa terorî ya li salona konserê de giha 133’an. Xebatên lêgerînê berdewam dike.”

Roja 24’ê Adarê weke şîna netewî hate îlankirin

Li aliyê din serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin di daxuyaniya dayî de diyarkir ku wê hemû piştgiriya pêwîst bide malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Ez sersaxiyê ji hemû kesên ku xizim û dostên xwe ji dest dane dixwazim. Em li gel we, hemû welat, hemû gel di nava êşê dene. Ez roja 24’ê Adarê weke roja şîna netewî îlan dikim.”