Ji bo bîranîna Salîha Viyan û havalên wê şitil hatin çandin
Endama Kongra Star Salîha Viyan, endamê PYD’Ê Dilawer Ehmed û rojnamevan Ezîz Koyluoglu ku di 27’ê çileya 2025’an de balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk li sînorê bajarokên Ranya hatin qetilkirin, li cihê bûyerê bi çandina daran hatin bîranîn.

Ranya – Endama Kongra Star Salîha Viyan (Hêva Erebo), endamê PYD’Ê Dilawer Ehmed û rojnamevan Ezîz Koyluoglu di 27’ê Çileya 2025’an de balafirên bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk de li sînorê bajarokên Ranyayê hatin qetilkirin, bi merasîmek hatin bîranîn.
Di merasîmê de mûm hatin pêxistin û gul li cihê bûyerê hatin danîn. Piştre jî li heman cihî şitil hatin çandin. Li vir li ser navê jinan Çiro Şiwanî axaftinek kir. Çiro, di destpêkê de şehîd Salîha û tevahî şehîdên doza azadiya Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Em soza şopandina xebat û têkoşîna şehîdan didin. Emê hêjayî têkoşîna wan bin û nehêlin xwîna wan li erdê bimîne.”
‘Em soza berdewamkirina têkoşîna şehîdan didin’
Piştre jî jina çalakvan Awaz Îsmaîl axivî. Awaz bi bîr xist ku balafirên bê mirov ên dewleta Tirk di dema borî de gelek xebatkarên çapemeniya azad û jinên azadîxwaz hedef girtine û wiha berdewam kir: “Em li vê derê soza berdewamkirina têkoşîna wan şehîdan didin.” Di berdewama axaftina xwe de Awaz Îsmaîl li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya. Awaz wiha got: “Banga ku Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê kir, derfetek dîrokî ye. Em wek xelkê Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî jin, bi her awayî piştgiriyê didin vê pêvajoyê û pêngavan ji bo serkeftina wê davêjin.”
Piştî axaftinan, şitil hatin çandin û çalakî bi dirûşman bidawî bû.