Ji bo Aysel Tugluk ji 1000 jinan bang

Ji bo Aysel Tugluk 1000 Jinan, di çarçoveya Roja Parêzeran de diyar kirin ku Aysel Tugluk jî parêzer e û mafê wê yê jiyanê bi tundî hatiye binpêkirin û bang li baroyan kir ku bikevin nava tevgerê.

Navenda Nûçeyan- Ji bo Aysel Tugluk 1000 Jinan, di çarçoveya Roja Parêzeran de ji bo Aysel Tugluk a li Girtîgeha Kandirayê dimîne û nexweşê demanse ye li ser hesabê xwe yê medyayê bang li baroyan kirin.

Ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin di parvekirina xwe de, wiha got:“Em weke ji 54 welatan zêdetirî 6 hezar jin, em ji baroyên ku roja #RojaParêzeran pîroz dikin re bi bîr dixin, Aysel Tugluk jî parêzer e û mafê wê yê jiyanê bi tundî hatiye binpêkirin. Em #Ayselêdiparezîn bang li baroyan dikin ku ji bo azadiya wê bikevin nava tevgerê.