Ji bo Aysel Tugluk dê li ser medya dîjîtal çalakî bê lidarxistin
Ji bo Aysel Tugluk ku hat xwestin bi SEGBÎS'ê tev li Doza Kobanê bibe dê du rojan li ser medya sanal bi hashtaga “#AyselTuğlukaişkenceyeson” çalakî bê kirin.
Navenda Nûçeyan- Platforma Hezar Jin a ji bo Aysel Tugluk, derbarê biryara heyeta dadgehê ya Doza Kobanê ku biryar dabû Aysel Tugluk a nexweşa demansê tev li danişînê bibe de daxuyaniyek da. Platform, ragihand ku ji bo Aysel Tugluk dê du rojan li ser medya sanal bi hashtaga “#AyselTuğlukaişkenceyeson” çalakî pêkbinê.
Platform, di daxuyaniyê de bibîr xist ku, di rapora dawî ya 3’emîn Lijneya Pisporê ya Saziya Tiba Edlî (ATK) de ji bo Aysel Tugluk biryar "dikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bijî" hatiye dayîn.Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku Aysel Tugluk ji ber nexweşiya xwe nikare bi tena serê xwe karên xwe yên rojane bike. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo li dijî biryara dadgehê derkevin û demildest Tugluk bê berdan di 30 û 31'ê tîrmehê de saet di 21.00'an de bi hashtaga “#AyselTuğlukaişkenceyeson” çalakî bikin û dîmenên ku amade kirine parve bikin.
Her wiha di daxuyaniyê de banga şopandina doza Kobanê ya 1'ê Tebaxê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dewam dike, hat kirin.