Ji bo aktivîst #MeToo Huang Xueqin 5 sal cezayê girtîgehê

Aktîvîst û rojnamevana #MeToo ya Çînî Huang Xueqin bi îdiaya “serhildana li dijî dewletê” 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Aktîvîsta #MeToo ya Çînî Huang Xueqin piştî girtina hezar rojan bi îdiaya “Li dijî dewletê serî hilda” 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Aktîvîsta kedê Wang Jianbing ku bi Huang Xueqin re hat darizandin, 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Huang Xueqin ku yek ji pêşengên tevgera #MeToo ya Çînê ye, bi çîrokên jinên ku ji aliyê mêran ve rastî tundiya zayendî hatine, zayendperestiya rojnamevanên jin ên di sektora medyayê de dijîn anî rojevê. Huang Xueqin û Wang Jianbing ji Îlona 2021’ê vir ve girtî bûn. Hat diyarkirin ku Huang Xueqin a ku hat binçavkirin û darizandin plan dike ku li dijî biryarê biçe temyîzê.