Ji bo agahdarkirina rewşa herêmê rêzecivîn tên lidarxistin
Li ser banga seferberiyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat îlankirin, însiyatîfa Meclisa Bajarê Hesekê di nava komînan de civînên berfireh hatin lidarxistin.
Hesekê – Rêveberiya Xweser li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Şehba-Efrîn û êrişên li ser herêmê, ji bo xweparastinê bang kir û seferberiya giştî îlan kir. Însiyatîfa Meclisa Bajarê Hesekê civînên berfireh di nava komînan de lidarxistin.
Civîn bi armanca nirxandina rewşa herêmê, xwedîderketina li koçberan û alîkariya wan û parastina taxan, ji aliyê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ferhan Dawûd ve hat birêvebirin.
Di civînê de hat diyarkirin ku pêvajoya herêm tê de derbas dibe pêvajoya hebûn û tunebûnê ye û wiha hat gotin: “Hemû plan û êrişên ku pêk tên, ji bo perçekirina xaka Sûriyeyê, guhertina demografîk û qirkirina gelên ku bi pergala netewa demokratîk xwe birêxistin dikin û diparêzin pêk tên. Di vê pêvajoyê de şerê gelê şoreşgerî xwe ferz dike bi wî ruhî em ê bikaribin bibin bersiv. Îro erka her kesê ew e ku xwedî li xak, gel û welatê xwe derkeve.”
‘Em ê taxên xwe biparêzin û xwedî li koçberan derkevin’
Dayika bi navê Fatma Ehmed da zanîn ku şêniyên Hesekê ji bo alîkariya koçberan û parastina taxan di nava tevgerê de ne û wiha anî ziman: “Îro şêniyên me yên Şehba û Helebê neçarî koçberiyê bûne. Xwedîderketina li wan erkeke wijdanî û exlaqî ye. Îro ev civîn ji bo ku em bikaribin xwedî li koçberan derkevin her wiha ji bo her kes vê rewşê bibîne û şiyar bibe, her kes mal, tax, bajarê xwe biparêze hatin lidarxistin. Bi riya vê civînê biryar hat girtin ku ku kesên nizanibin çekê bi kar bînin dê werin perwerdekirin.”
Çerxeriya panorama weke navendek ji bo pêşwazîkirina koçberan hatiye diyarkirin. Gelê Hesekê bi ruhê gelê şoreşgerî û li ser banga Rêveberiya Xweser berê xwe didin wê navendê û alîkarî didin koçberan.