Ji bo 2 rojnamegerên girtî yên Îranê xelat

Xelata di Rojnamegeriyê de Wijdan û Rastî ku ji aliyê Weqfa Rojnamegeriya Nieman ve tê dayîn, îsal da rojnemgerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî.

Navenda Nûçeyan – Weqfa Rojnamegeriya Nieman ya zanîngeha Harvard ku her sal Louis M. Lyons Xelata di rojnamegeriyê de wijdan û rastî, îsal da rojnamegerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî.

Weqfa rojnemegeriyê ya Nieman di merasîma xelatdayînê de ku dûh li darxistin, diyarkirin ku xelat dane rojnamegerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî. Her wiha destnîşan kirin ku dema ji girtîgehê derketin ji bo ku xelata xwe bigrin ew daxwazî ABD’ê kirine.

Rojnamegerên girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî bi cesaret  nuçeyên rast gihandine gel, ji ber wê berê jî aliyê weqfa rojnamegerê Kanada xelata Rojnamegeriya Navnetewî girtibûn.