Ji birîndarên teqîna Ehdasê de jinek din jiyana xwe ji dest da
Di encama teqîna ku 30 Adarê li Ehdas ê pêkhat de ji nav 8 birîndaran jinek din a bi navê Fîdan Sebrî Çawiş jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan - 30’ê Adarê li komîngeha 7’an a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê teqînek pêk hat. Di encama teqînê de dû jinan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Ji 8 birîndaran îro jinek din a bi navê Fîdan Sebrî Çawiş jiyana xwe ji dest da.