Ji bijîjkan bang: Divê bijîjka diranan Fatemeh Mashhadî bê berdan

Hevalên bijîjka didanan Fatemeh Mashhadî Abbas ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat girtin daxuyanî dan û diyar kirin ku divê demildest bê şert û merc bijîjk Fatemeh Mashhadî were berdan.

Naveda Nûçeyan – Gefên girtinê yên rejîma Îranê li hemberî rojnamevanên jin, çalakvan, zanyar, xwendevan û mamosteyan berdewam dikin. Di nava kesên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin de pispora diranan a li zanîngeha Beheshti Fatemeh Madhhadî heye. Zêdeyî 500 bijîjkên diranan ji bo ku Fatemeh Mahhadî were berdan daxuyaniyek hevbeş dan û diyar kirin ku divê demildest bê şert û merc were berdan û kampanya dan destpêkirin.

“Divê demildest were berdan”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em daxwaz dikin demildest bê şert û merc Fatemeh Mashhadî Abbas ku bi hêz, azad, alîgira aştiyê ye û li dijî hemû cureyên tundîtûjiyê disekine her dem serxwebûnê parastiye û ji bo mafên xwendekaran di qada akademîk de berxwedan raber dikir, were berdan û em di xwesteka xwe de bi israr in.”

Mamosteya patobiyolojiyê ya zanînageha Beheshti biîjka diranan a li Tahranê Fatemeh Mashhadi Abbas di protestoyên vê dawiyê de hate girtin, piştî lêpirsîna bi rojan berdewam kir, sewqî girtîgeha Evînê hat kirin.