Ji ber şerê li Sûdanê nexweşiyên derûnî zêde bûne

Li kilînîkên derûnî li Sûdanê ji ber şerê li welat a zêdetirî salekê didome, gelek nexweşên derûnî tên peydakirin.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Şerê li Sûdanê yê di navbera hikûmeta Sûdanê û HÊzên Piştgiriya lezgîn ku ji 15’ê Nîsana 2023’an ve heya niha didome, bandoreke neyînî û zirarên fîzîkî û derûnî li ser xelkên wê çêkir. Bi gûrbûna şer û pevçûnan û xizanî û binketina aborî nexweşiyên derûnî û civakî jî xwe didin der.

Di yek ji kilînîkên derûnî de koçberên ji paytexta Xertûmê li benda dora xwe ne ji bo bijîşkê derûnî bibînin. Tişta hevbeş di navbera her nexweşekê de ew e ku ew bi heman sedemê bi nexweşiyeke derûnî cuda ketine.

N.E ya nexwest navê xwe bide got: "Rojekê ji rojan ez matmayî mam ku dayîk û xwîşka min di rewşeke ne normal de ne û bi xwe re diaxivin. Her axaftinek wan jî derbarê şer gule û topan de bû. Ew gelekî tirsyayî bûn. Dema ez bi wan re axivîm min nas nekirin. Dema min agahî da malbatê ji min re gotin wan bibe bijîşkeke derûnî. Min bijîşkê ku wan derman bike dît. Wî got ku gelek rewşên wiha jêre hatine.”

‘Şer bandorê li jiyana mirovan dike’

Ji aliyê xwe ve pispora derûnî Esîle Mihemed Osman got: "Xelkên Sûdanê ji nişka ve li ser dengê şer û topan çavê xwe vekirin. Ji ber wê ewlehî nema. Gelek kes li welat bi şokên derûnî ketine. Xelkên Sûdanê ji şer gelekî bandor bûn û jiyana wan hat guhertin. Gelek ji wan koçberî herêmên din bûn û cudahî di jîngehê de dîtin. Ji ber wê bandor li wan bû û şoka nefêrbûna jîngehî bi wan re çêbû. Ev jî yek ji nexweşiyên derûnî ye ku mirov pê re rû bi rû tên.”

‘Herî zêde bandorê li jinan dike’

Esîl Osmanbal kişand ku hêrî zêde jin ji rewşa şer û ne ewlehiyê bi bandor dibin û got: "Piraniya kesên nexweş ketine jin in ji ber ew zêdetir atifî ne û şerê heyî pirsgirêk li cem wan çêkir. Her wiha ciwan jî di heman rewşê de derbasdar in ji ber pêşeroja wan wenda bû û jiyana nû qebûl nekirin.”

Esîle Osman anî ziman ku ji ber nebûna ewlehiya jiyanê û pirsgirêkên aborî yê çavkaniya xwe ji pevçûnan digre di demên dawiyê de rewşên xwekuştinê gelek zêde bûye û wiha domand: "Rewşên deprasyon û xwekuştinê di demên dawî de gelekî zêde bûne. Gelek bijîşk hewil didin alîkariya nexweşan bikin. Sûdan bûye navenda belavbûna nexweşiyên derûnî. Par rêjeya herî bilind a deprasyonê li Sûdanê hat tomarkirin.”

Dibe sedema gelek pirsgirêkan

Pispora civakî Teqwa Mubarek Ebd El-Atî jî têkildarî mijarê wiha got: "Şer bandorê li ferd û malbatan dike. Bi sedema şer gelek malbat koçberî eyaletên din bûn û berê xwe dan xizmên xwe. Ev jî bû sedem ku mal tijî bibin û pirsgirêk di nav malbatan de derkevin ji ber her malbatek bi rengekî jiyan dikir. Rewşên jihevketina malbatan jihevberdan pirsgirêkên di navbera birayan de zêdebûna nexweşiyên derûnî deprasyon û hwd ji girîngtirîn rewşên li Sûdanê diqewimin e.”